Şakir Fetah
Şakir Fetah an jî Şakir Fettah (1914-1988), nivîskarê kurd û damezrênerê kurteçîroka kurdî bû. Wî bi taybetî çîrokên ji bo zarokan weşandine[1].
Şakir Fetah | |
---|---|
Jidayikbûn | 1914 Silêmanî , Başûrê Kurdistanê |
Mirin | 1988 |
biguhêre |
Jiyan biguhêre
Şakir Fetah sala 1914an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, li Silêmanî û Bexdayê û piştre li Libnanê xwendiye, dûre vegeriyaye Bexdayê û koleja dadweriyê li wir xilas kiriye.[2] Piştî xilaskirina xwendinê wek mûçexwerê mîrî hat damezrandin û li gelek cihan wek rêveberê nahiye û qaymeqam û şaredar kar kiriye. Piştî têkçûna pêwendiyên Kurdan û Iraqê di sala 1975an de, hikûmeta Iraqê xweseriyeke kartonî ji bo navçeya xweser a Kurdistanê ragihand. Şakir Fetah li wir pile û paye wergirt û gihîşte pileya cîgirê serokê encûmena yasadanînê, lê ev nebû sedem ku ew dev ji wijdana xwe û Kurdîtiya xwe berde, herwiha diyar bû ew ne bi desthilata Partiya Beisê re bû.[2]
Berhemên wî biguhêre
- (1947) Tişk. Bexda.
- (1948) Hawrey minal. Bexda.
- (1958) Afretî kurd. Bexda[3].
Çavkanî biguhêre
- ^ A History of Persian Literature: XVIII (2010). I.B. Tauris & Co Ltd, London û New York.
- ^ a b Zirarî, Zenger (2 çiriya pêşîn 2018). "Şakir Fetah gerokekî herdemî". Rudaw. Roja gihiştinê 15 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ A History of Persian Literature: XVIII (2010). I.B. Tauris & Co Ltd, London û New York.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |