Şablon:GH/2024/45
Wergeran pêvajoya çêkirina proteînan a bi xwendina zanyariyên bomaweyî yên di zincîra ARN-peyamber de bi şeweyî kodon şîfrekirî, wekî wergeran (bi înglîzî: translation) tê navkirin. 2 ji 3 beşên madeyên endamî yên xaneyê ji proteînan pêk te. Ji bo çêkirina proteînan xane gelek enerjî û madeyên xav xerc dike. Dema di xaneyê de bi têra xwe xurek an jî enerjî tune be, xane nikare çêkirina proteînan di asta asayî de bidomîne. Piştî libergirtinê, zanyariyên li ARN-peyamber a ji ADN-yê hatiye kopîkirin, ji bo avakirina rêzeyek taybet a firêpeptîd (bi înglîzî: polypeptide) tê bikaranîn. Ji bo wergeranê, ARN-peyamber wekî qalib kar dike. Wergeran di rîbozoman de rû dide. Bi wergeranê, asîdên amînî di rîbozomê de, li gor zanyariyên bomaweyî yên ADN-yê ko bi qonaxa libergirtinê bi şêweyên rêzeya kodonan derbasî ARN-peyamberê bibûn, bi rêzeyek taybet bi hev re tên girêdan û polîpeptîdek peyda dibe. (zêdetir...)