Wêneyê gotarê
Wêneyê gotarê

Orojenî (bi îngilîzî Orogeny) mekanîzmaya bingehîn e ku dibe sedema çêbûna çiyayên li ser rûyê parzemînan. Orojenî, dema ku tevgera plakeyan de marjîn teng dike, bûyerek e ku li ser plekaya hevgirtî pêk tê. Dema ku plekaya kirmiçandî diqelişe û ber bi jor ve tê hilkişandin yek an çend rêze çiyayan çêbike, kemberek orojenîk an jî orojenek çêdibe. Ev rêzek pêvajoyên jeolojîkî vedihewîne ku bi hev re wekê orogenesis tê binavkirin. Di nav van de hem deformasyona strukturî ya qalika parzemîn a heyî û hem jî bi afirandina qalika parzemînê ya nû yê bi rêya çalakiyên volkanan ve girêdayî ye. Bi çalakiyên volkanan re magma ku di orojenê de hildiweşe hêmanên siviktir ber bi jor ve hildigire hêmanên girantir jî li pey xwe dihêle ku di encamê de cûdahiya pêkhatî ya lîtosfera erdê (qalik û mantoya herî jorîn) çêdibe. Ev yek pêvajo an bûyerek sînorojenîk e (an sînkînematîk) ku di dema orojeniyê de pêk tê. (zêdetir...)