Sosyograma Moreno ya civakê
Sosyograma Moreno ya civakê

Civaknasî, sosyolojî yan jî zanista civakî lêkolîna zanistî û sîstematîk a civaka mirovan e ku civakê, tevgerên civakî yên mirovî, awayên pêwendiya civakî, danûstandina civakî û aliyên çandê yên bi jiyana rojane re ye lêkolîn dike. Wekî beşeke hem zanistên civakî hem jî zanistên mirovahiyê, civaknasî ji bo peydakirina zanyariyeke li ser nîzama civakî û guhartina civakî rêbazên cihêreng ên lêkolîna empîrîk û analîza rexneyî bi kar tîne. Mijarên sosyolojiyê yên sereke ji analîzên têkilî û tevgera takekesî di asta mîkro de bigire heya analîzên pergalên civakî û awayê civakî di asta makro de diguhere. Lêkolîna sosyolojîk a sepandî dibe ku rasterast li ser siyaseta civakî û refahê were bikaranîn lê nêrînên teorîk dikarin li ser têgihiştina pêvajoyên civakî û rêbaza fenomenolojîk bisekinin. Max Weber, Karl Marx û Emile Durkheim sosyologên klasîk ên herî naskirî li cihanê ne. (zêdetir...)