Linux
Linux

Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûterê ye. Sembola Linuxê pengûenek bi navê Tux e.

Linux (an jî GNU/Linux) pergaleke xebitandina kompûterê ya bê xwedî û bê pere ye. Xwediyekî Lînuxê tune ye. Ev bername ji bo her kesî vekirî ye. Cara yekem xwendekarekî fînlendî bi navê Linus Torvalds di sala 1990î de sûde ji Minixê wergirt û bi pêş xist. Ji dendika vê pergala xebatê û guhertoyên wê yên hatine belavkirin re bi tevahî linux tê gotin. Torvalds, ji bo dersa xwe ya mastirê sêwirandiye û li ser vê malperê xebitiye û pişt re xwestiye ku vê bernameyê mezin bike. Bi vê baweriyê bernameya xwe ji her kesê ku xwestiye re şandiye û alîkarî xwestiye. Di demek kin de bi alîkariya gelek kesan bûye bernameyek ku îro hevrikiya Windowsê dike.

Pergaleke ji her kesî re vekirî ye, ango her kes dikare ji bo mezinkirina wê beşdarî xebatan bibe. Ji ber vê yekê jî wekî bernameyeke azad û bê sînor tê binavkirin. Kesên ku di hêla teknîka kompûterê de jêhatî bin, dikarin hin tiştan lê zêde bikin û wê bi pêşdetir bixin. Ev pergal bi awayekî kolektîf derketiye holê. Bi lîsansa GPL tê belavkirin.

Gelek belavkirinên ku dendika "GNU/Linux" (GNU + Linux) wekî bingeh girtine hene. Yên herî girîng Debian, Slackware, Gentoo, Mandriva, Redhat, SuSE û Ubuntu ye. (dûmahîk...)