Ala Esperantoyê
Ala Esperantoyê

Esperanto (bi navê wê ya orîjînal Lingvo Internacia), zimanekî çêkirî ye. Ji aliyê doktorê çavan ê polonyayî Ludwik Lejzer Zamenhof ve, di 1887an de hatiye çêkirin. Di pirtûka wî ya bi navê Fundamento de Esperanto ("Bingehên Esperanto") de ya ku di 1905an de weşandiye, bingeh û rêzikên wê vegotiye.

Zamenhofê ku xwe bi navê Dr. Esperanto daye nasîn, fikiriye ku zehmetiyên ragihandinê yên di navbera kesên ziman-cuda de bi saya zimaneke hevpar ê ku fêrbûna wê hêsan be, dê ji holê rabin û bi vê mebestê esperanto çêkiriye. Îro herçiqas zimanê çêkirî yê herî navdar û axiverên wê herî pir ew be jî negihaştiye asta "zimanê navnetewî".

Zimanê esperanto, ji aliyê Ludwik Lejzer Zamenhof ê polonî yî doktorê çavan hatiye çêkirin û di 1887an de weşandiye.

Mirovên wê herêmê ya ku Dr. Zamenhof tê de bû, bi polonî, rûsî, yîdîş û hwd. dipeyiviyan. Ji bo ku ew gelên ji hev cuda, bi hevre bi hêsanî têkiliyê dînin, zimaneke bi 16 rêzikê bingehîn îcad kiriye ku tu carî naguherin û îstîsnayên wan tune ne. Jêderkên peyvan ji wan ziman û bi gelemperî jî ji zimanên Ewropayê girtiye.

Zamenhof, ji zarokatiya xwe ve xeyal kiriye ku zimaneke çêbike û mirovên ji neteweyên cuda bi hêsanî werin ba hev du. Di demên pêşî de fikiriye ku zimanên latînî û yewnanî basît bike lê belê piştî destpêka fêrbûna latînî fêm kiriye ku bingehên wê tevlihev e û biryar daye ku zimaneke ji serî afirandin jê çêtir e. Ji emrên xwe yên dehî ve xebitiye ku zimaneke wiha çêbike. (bêhtir…)