Evdila Cewdet (jdb. 9ê îlona 1869, Meledî; m. 29ê çiriya paşîn a 1932, Stenbol) bijîşk, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedarekî kurd bû. Demekê tevlî nava refên Contirkan bûye, di tevahiya jiyana xwe de poşmaniya xwe aniye ziman.

Endamê gelek komele, weqif û komîteyên kurdan ên wê demê ye. Ji xebatkarên sereke yên Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurd, Cemiyeta Tealiya Kurd, Cemiyeta xwendekarên kurd, Hêvî û gelekên din e.

Mirovekî zana bûye, bi fîlozofiyê re mijûl bûye. Li dijî bikaranîna dîn a ji bo berjewendiyan derketiye, xwestiye di hin warên têkiliyên Îslam û civakê de reform bên kirin. Ji ber wê ji aliyê rastgir û tirkperweran ve bi tundî hatiye rexnekirin û reşkirin. Bo wî "bêdîn", "dijminê Xwedê" gotine, di nava civakê de xwestine bêrûmet bikin (bêhtir…)