Şûrzan Qantoz (navê wî yê di qeydên fermî yên Romiyan de Şurzan Demirkapı bû), ciwanekî Kurd bû ku di 5'ê sermawezê 1992an de li navçeya Qowanciyan a Mezrayê, ji aliyê hêzên çekdar û îllegal ên Dewleta Romê (Tirkiye) ve hatibû şehîdkirin.

Ew lawê bijîşkê Kurd ê navdar Bawer Rodî Qantoz e. Bavê wî jî bi wî re hatibû gulebarankirin lê nemiribû.