Cozan kêra traşê ye. Ev şûr, ango şûrcozan jî navê xwe ji cozanê digire, lewra dişibe wê. Şûrekî giran e, pirranî bo birrîn, şîkênandin, pekînê ye. Mirov dikare bêje wezîfeya das, bivirê dibîne. Lê di şeran de, şûrên wiha jî pirr hatine bikaranîn. Yekdevî ye, ango denê aliyekê wê bira ye, dibirre.

Bi îngilîzî jê re Falchion, almanî Malchus dibêjin. Di serdema navîn de li Ewropayê hatiye bikaranîn, lê pirr berê jî hebûye. Şûrekî biber e. Gelek cureyên wê hene. Dibêjin ji romayiyan belav bûye, lê ev îdiaya ewropayiyan e. 80–95 cm dirêj, 900 gr giran e.

Girêdanên derve biguhêre