Şîrê bejî (Galactorrhea) ji anomaliyeke pêsîr (çiçik) e û xwe bi herikîna şîr ê nepayî dide der.

Ango jin ne bicanî ye û pitoka wê nîne lê şîrê wê tê. Li Kurdistanê jê re şîrê bejî tê gotin. Şîrê bejî dikare li cem zarokên nûjidayîkbûyî jî peyda bibe. Wê gavê jê re "şîrê milyaketan" dibêjin.

Divê şaşî çênebe, heger jin pêsîrên xwe pirr carî bidoşe dikare hormonan bitetikîne û yek du dilop şîr were. Eva ne şîrê bejî ye, normal e. Şîrê bejî pirr kêm be jî li cem mêran jî tê dîtin.

Heger şîrê bejî tenê ji pêsîrekê tê, biêş e û bixwîn e, serîlêdana bijîşk tê pêşniyazkirin. Hin caran bijîşk dikevin şika şêrpenceya pêsirê.