Şêx Fexrê Adiyan[1], fîlozof û zanayekî bi eslê xwe kurd ê êzidîyan e ku di sedsala 11'an[2] de jiyaye. Tê gotin ku piştî Şêx Adî jiyaye.[3]. Li gorî vê jî, Şêx Adî bixwe jî di sedsala 10'an[4] de jiyaye.

Şêx Fexrê Adiyan
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şêx Faxrê Adiyanî, ji wî ku weke ku çawa ji gelek alim û mazinên kurd helbest mana, Ji wî jî, gelek helbestên ku bi destanî tên gotin mana roje ma. Şêx Faxrê Adîyanî, Li ser dîrokê, felsefê û astronomî û fizîkî hizrên xwe hanîna ser ziman. Di derbarê van beşên zanînê bi hinek beşên din re jî nivîsandîya û hanîya ser ziman. Şêx Faxrê Adîyanî, Şêxekî Êzîdî bû. Di dema xwe de xwedî dergeh bû. Heta ku hatîya kifşkirin ku ew di dema xwe de weke "şêxê şêxan" hatîya dîtin û naskirin û herê kirin. Bandûra wî, li ser dema wî pirr mazin bûya.[3]

Şêx Faxrê Adiyanî, piştî Şêx Adî re hat û di dema xwe de, hewlda ku Şêx Adî pirr baş bi mirovan bide fahm kirin. Yanî, biqasî ku tê dîtin û bawerkirin, Şêx Faxrê Adîyanî, Şêx Adî piştî wî re jî, di nava xalkê kurdistanê de pirr baştir daye fahm kirin. Di wê dema ku pirr hêrîş li Êzîdîtîyê hebûn, di xate Şêx Adî de meşî û hemû hêrîşên li ola Êzîdîtiyê dan rawastiandin. Bi vê rengê, bandûra Şêx Faxrê Adîyanî, pirr bi giring heya ku wî ola êzîdîtiyê bi têgihiştin û bawerîya civate wê û dîroka wê re pirr baş hanî ser ziman.

Şêx Fexrê Adiyanî, fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê ya. Şêx Fexrê Adiyanî e ku di sedsala yazdeyan de jiyaye û yek ji yê mezintirîn zanayên ola êzidiyan e û gelek ji tekstên ola êzidiyan ji aliyê wî ve hatine nivîsandin.[5]

Babê nebî Birahîm Xelîl e,
Bo Xwedê xwe kiribû dexîl e,
Qurbaniya xwe kiribû Simayîl e
Rebê Mûsa û Îsa û Mihemed e
Rebê Şêxê min î Adî ye[3]


Her wusa, bi sadan helbest û qasîdeyên wî hena. Ji bilî wan jî, Şêx Faxrê Adîyanî, metnên di derbarê dîrokê û felsefê de jî nivîsandina. Her wusa bi nivskî cîrokên ku wî bidestê xwe nivîsandin jî hebûna.[3]

Di wê demê, Êzdiyên Lalişê û dora wê ra, hewake aşîtyane û mecalên hişyarbûnê, xwenaskirinê û efrandaryêye xweş çê dibin. Tevî rêvabirên mîrtyên Êzdiyan usa jî komek qewlvan, helbestvan, fîlîsof, oldar û xwedênasên bi nav û deng, yen wek Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr Şeref û hinekên din li hev dicivin û edebyeteke kurdewarîye bi cûre û naveroka xwe barkêş bi zimanê kurmancîyî xweş xizneke mezin qewl, beyt, due’a, destan, qasîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebêye din bi mêlodî û miqam, bi felsefe û hunureke edebîye bilind dihûnîn, pê heykelê felsefa ola Êzdîtyê ya kevnar bi zanyarya xwedênasyêye bê qisûr dixemilînin.

Bi bîranîn û salixyên oldar û a’limên bawarya Êzdiyatyê ew demê hesabên wan berheman pir mezin bûye. Dibêjin dema Şêx Fexir 11000 qewl, beyt, qasîde, çawa niha nav dikin, têkstên bawarya êzdîtyê hebûne.[6][3]

Çavkanî

  1. ^ Konferans li ser Şêx Fexrê Adiyan[girêdan daimî miriye]
  2. ^ www.dergush.com Di xate êzdatîyê de, ji civatîtîya avesta Zerdeşt heta têgihiştina civaktîya Şêx Adî[girêdan daimî miriye]
  3. ^ a b c d e "Yek-xwûdayîtî û Êzdatî". Ji orîjînalê di 6 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 adar 2013.
  4. ^ SHÊX ADÎ KIYE ?, ji orîjînalê di 5 îlon 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 adar 2013
  5. ^ Şêx Fexrê Adiyanî[girêdan daimî miriye]
  6. ^ www.dergush.com Konferans li ser Şêx Fexrê Adiyan, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 adar 2013