Qelata Beresorî

(Ji Ķelata Beresori hat beralîkirin)

Şuna wê qelatê ser girekê li berojê dergeliyê Beresorî, li sala 2004-ê zayînî, hêşta jî mabû. Basdiken, ku awa qelatê li kanîyekê destê diyê gelî, yanî nizarê gelî, li bin ’erdê û bin rubarê Beresori ra bi gonga înabûn. Bo qaĥîm buna dîvarê qelatê, dibêjin, ku şîrê pezi û zerika hêlika li nav kora (ĥerya) dîvari dabûn.

Ew qelate ji bin destê Begzadêt kurdêt Urmiyê û hakimê Tergewer û Deştê bûn.

Li 12:-ê Tîrmeha sala 1837-ê zayînî Dr. (Doktor) Asahel Grant ê Emrîkî bo cara dûyê li gel hevpîşeyê xwe Albert L. Holladay yê çoye Beresori. Ew dibêjît koşka Mîrê Beresori li ser razeke pankirîyewe, û li sedan metra bilindtir li rûbarekê, ku li bin razêda diçît, yê hatîye awakirin. Dîwarê koşkê li berêt stûr û mezin yê hatîye çêkirin, ku Mîr bo pêşerojê yê amadekiri. Li koşkêda mexzen û enbar û pasajek bin ’erd jî yêt çêkirine.

Dr. Grant dibêjît, ķelat nîşan didet ku armanca wê bingehek bo wan Kurdêt dilêr û bêtirs bûye, ku şurê dijmini negehîte wan. Li dîwarê dervey burcêt koşkê çend şaxêt beranêt kûvî girêdabûn ku romantîktirîn wêne bû min li tewaw jîyana xwe da dîti.

Bigotina Vasîlî Nîkîtîni li kitêba; “Kurd û Kurdistan”, Mîr ‘Imadedîni Qelata Beresori yê çêkiri.

Bigotina Mînorsky, ku nunerê Urisa bû li ser pirsa sînorê Osmaniya û Iranê li destpêka sedsalêt 20-a, Qelender Beg ķelata Beresori li sala 970-ê koçî (1562-ê Zayînî) yê awakiri.

Dr. Grand dibêjît ku ķelata Bersori 300 sala pêşi wi dewrê ew çoye Beresori bidestê bapîregewrê serokê niha (yanî Mîremadîni) yê hatîye awakirin. Bi wê ĥesabê gotina Mînorsky dirist der dikevît.

Ber derê wê ķelatê berek hebûye, ku li ser wi beri bi Farsî nîvîsîbun:

Ez Qelender çun Sikender în ĥesîn amed metîn

Şod şedîd ehlê ţaxîn, geşt în xelê berîn

’Atifêhê xêybem bi tarîxeş çinîn awazê dad

”Bad daêm, nisret amîz în ĥesîn”

Ew berê dîrokî li dewrê Riza şahê Pehlavî yê hatîye birin, lê belê bo kîş muzexanê bo min zelal nebûye. Rêza yêkê li wê helbestê nîşan didet ku ķelata Beresori bi destê Qelender Beg yê hatîye avakirin. Ez baverim ku Sikender li gel Eskenderê Meqdunî bûye. Herweto dibêjin, ku ew niwîsîne (helbeste), ” Bad daêm, nisret amîz în ĥesîn ”, dîroka çêkirina ķelatê bi ĥesaba Ebced nîşa didet. Bi gotina wê hesaba Ebced, li sala 1069-ê koçî, 1659-ê zayînî, ķelat yê hatîe awakirin, yanî li dewrê Şa ’Ebasê II Sefevî.

Seyîd yêkimîn car Hizretê Şêx Seyîd Tehayê navdar, bi gazîkirina Mîremadîn, li navbenda sala 1810 ĥeta 1818 yê hatîye ķelata Beresori û li Beresori xwendegehek (medreseyek) yê danay. Ĥizretê Şêx Seyid Teha du cara, hem pêşi çona nik Şêx Mevlana Xalidê Naqşbendî bo terîqet wergirtinê û hem jî paşi terîqet wergirtinê, çend saleka li Beresori lali (nik) Mîremadîni yê jîy û li sala 1235-ê koçî (1819-ê zayînî), demê mamê wi Şêx Seyid ’Ebdula koça dûwayî kiri , yê çoy bo Nehriyê, ku paş mamê xwe bibîte şêx.

Nûrula Begê Mîrê Hekariyê, ku yêk li hevkar û alîgirêt Mîr Bedirxan Begê Botanê bû, paşi têkçona Mîr Bedirxan Beg li sala 1848-ê zayînî, li dewrê ’Elî Eşref Begê Mîrê Beresori, pena bo ķelata Beresori îna.