Îzafiyeta zimanî
Hîpoteza îzafiyeta zimanî, wekî hîpoteza Sapir–Whorf jî tê zanîn, prensîpek e ku pêşniyaz dike ku pêkhateya zimanekî bandor li cîhanbînî û têgihiştina axiverên wî dike, bi vî awayî fehma mirovan bi zimanê wan têkildar e.
Ev fikir bi du formên tê zanîn
- Guhertoya xurt, an jî determinîzma zimanî, dibêje ku ziman ramên dibijêre û şaxên zimanî şaxên îdrakî dibijêrin û sînor dikin. Ev guherto bi gelemperî ji aliyê zimannasên nûjen ve wek çewt tê pejirandin.
- Guhertoya lawaz dibêje ku bikaranîn û şaxên zimanî tenê bandor li raman û biryaran dikin. Lêkolînîn li ser formên qelstir delîlên ezmûnbûyî yên erênî ji bo têkildariyê peyda kirin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |