Îtakê

Giravek li Yewnanîstanê

Îtakê, Îtaka yan Kefaloniaya Piçûk (yewnanî: Ιθάκη, Itháki) giraveke yewnanî ye ku di deryaya Îyonê de ye. Rûbera wê 96 km² ye, nifûsa girava tê texmînkirin ku 5000 kes e. Li bakurê rojhilatê girava Kefalonia ye, Îtakê şaredariyek serbixwe ye ku di bin rêveberiya Kefaloniayê de ye. Wekî din, hin giravên piçûk jî bi awaya rêveberî şaredariya Îtakê ve girêdayî ne.

Îtakê
Girav û polîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îtakê li ser nexşeyê
Map
Îtakê li ser nexşeya Yewnanistan nîşan dide
Îtakê
Îtakê
Koordînat: 38°25′Bk 20°40′Rh / 38.417°Bk 20.667°Rh / 38.417; 20.667
DewletYewnanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Kefalonia Prefecture (–2010)
  • Ithaca Municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 116,992 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
3231 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê26740 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.ithaki.gr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Girava mezin a li navîn Kefalonia ye û girava piçûk li milê rastê Îtakê ye.

Paytexta wê Vatî ye, ku yek ji mezintirîn benderên xwezayî li cîhanê ye. Bi taybetî, populerbûna giravê, ku aboriya wê bi giranî bi turîzmê ve girêdayî ye, bi şîrînmeha Charles III û Lady Diana re zêde bûye.

Di Mîtolojiyê da girav biguhêre

Di mitolojiya yewnanî de girav pir girîng e. Welatê Lehengê Şerê TroyaOdîseûs e. Beriya şer Odîseûs keya giravê bû. Pirtûka Odîseya hin beş behsa wegera rêya vê giravê dike , hin beşên din jî li vê giravê derbas dibe.