Îsrafîl (firîşte)

firîşte

Îsrafîl (bi erebî: إسرافيل, Isrāfīl, bi kurdî tê wateya "agirnak", "bişewat") firîşteyekî sereke ye di dînê îslamê de.

Îsrafîl
  • Firîşteyê di dînê îslamê de Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Motîv
  • Ḥizb Allāh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Melek Îsrafîl, ji Berzîşiya afirandinê ya Qazwînî (1280)

Yek ji çar serfirîşteyan e. Di gora dînê îslamê Îsrafîl di roja qiyametê de bi destûra Xwedê pifê sûrê yan jî lûleyê dike. Hêja Mihemmed Pêxamber di hadîsekî xwe de ji Îsrafîl re "sahib-i karn", ango xwediyê sûrê, xwediyê lûlê gotiye. Di roja dawiyê de Îsrafil du caran pifê sûrê dike.

Bi pifkirina yekem, hemû tişt di ezmîn û zemîn de tune dibin. Di Quranê de wiha tê gotin: "Êdî gava ku di sûrê de bi carekî tenê tê pifkirinê, zemîn û çiya tên rakirin û bi yek carekî li hev dikevin."[1]

Lê bi pifkirina duyem, hemû mirov disa zindî dibin û bi hev re li derekî bi nav "Mahşer" li ba Xwedê kom dibim. Li ser vî bûyerê jî Quran wiha dibêje: "Gava ku di sûrê de tê pifkirinê. Êdî ew ji goran derketine û li ba Xwedêyê xwe de lez dikin."[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Sûreya Haqqe: 69/13,14
  2. ^ Sûreya Yasîn: 36/51