Îsmaîl Deniz
Li gorî zargotina me Êzdiyan ya li ser rêûresmên şînê têne gotin, dema evdeke/î Êzdî kiras diguhêre (Êzdî nabêjin dimire) û şûnde, divê merivên nas, heval, mal û malbata kesê ku çuyî ber dilovaniyê Xwedê(miriye) di sê , heft û çil roja mirî de ji bo xwarina zad û qurbanên xêra miriyan bi hevûdinê re bixwin û miriyên xwe li bîra xwe binîn li hevûdinê kom bivin.
Li Kurdistanê jî neferên di nav mal û malabata evdê/a mirî de bihindikayî heta çil rojî şîn dikirin. Ji xwe li hinek herêman jî heta çil roja kesa/ê mirî ne diqediya, evdên mêr por(muh- pirç) û ruyên xwe ne diqusandin û jinan jî ji xeynî libasên xurû reş pêştir tû libasekî ji rengên dinê li xwe ne dikirin.
Gelek ji me dizanin di mîtolojiya me ye kevn de jî hatiye gotin û em vêga hêjî dibêjin ku, ruhê miriyan tûcarî namire. Ez bawerim ew 300-400 jin û mêrên ku di civîna çil rojiya bibîranîna Pêşîmam Îsmail Deniz de amade bûbun, ewan jî ev zindîbûna miriyan bi çavên xwe dîtin.
Niha ez dixwazim li goriya dîtinên xwe hinekî ji bo wan kesên ku hêjî ji vê zindîbuna miriyên Êzdiyan bawernakin anjî ew heval û nasên ku nikarîbûn werin beşdarî vê rêûremsa ola Êzdiyatiyê bivin, bahsa rewşa vê civîna bibîranîna çil rojiya Pêşîmam Îsmail Deniz ya ku di roja 04.09.2005 de di nav mala Êzdiyan ya li bajarê Oldenburgê de çêbuyî bikim.
Bibîranîn
1 Civîna bibîranînê bi gotinên van herdû sebeqên Qewlê„Miskîno jaro“ dest pêkir.
„Ev erda xane, evd û beşer bazirgane, hineka mala xwe barkir û hina nû danî Bin Ademo hezar salî temamkî, Mîrantiyê li şerq heta şamkî, Dumahiyê her tê ji kassa mirinê tamkî” “Binî Adem livê diniyayê mebe tema, Ev zêr û malî gelek meke cema, Diniya bo Resulê Xudê nema.” Pêşîmam Îsmail Deniz
Ev text ji aliyê Soniya Karaca keçeke mirîda Pêşîmam Îsmail Deniz ve bi sewt û Kurdî yeke zelal hate xwandin.
2 Di pey van gotinan re Pêşîmamê Xaltiya û biraziyê Pêşîmam Îsmail Deniz, Berkat Çengil derkete ser dikê, ewî jî bi dengekî keser û kovan çend malikên/sebeqên beyta “ Lavijê Pîrê” ji bo bibîranîna apê xwe bistran got. Bêşadrên amadebûn jî dizanin, gava Pêşîmam Berkat bi sewteke dilêşî ev stran got, hingê girî kete gewriya gelek beşdaran, hinek berketiyên jin bi dengê bilind lîrandin û meriv stêrkên ji çavan dihatine xwarê didît.
3 Dûre Pêşîmam Hesen yê birayê Îsmail Deniz û hersê biraziyên xwe derketine ser dikê. Li hemberî heval, nas, pismam, zeyî, mirîd, şêx û hemî mêvanên xwe sekinîn. Hemî beşdarên amade yeko yeko silav kirin û ew ji bo rêzgirtina olî û vî qedrê didine Bira û bavê wan spas kirin.
Bira û lawên Pêşîmam Îsmail Deniz (Ekrem û Şêxmûs) sozdane nas, heval, oldar û mirîdên xwe û gotin:”heta ji me were emê di rêya Pêşîmam Îsmail Deniz de bimeşin û ji we dost, heval, nas û pismaman jî hêvîdikin ku hûn alîkariyê bi me re bikin.
Em dibêjin gerek ji vê gavê pêde êdî tû kes ji bo me şînoyî ne mîne. Hêvîdikin încar hemû berketiyên me kêf û şahiyên xwe dîsa bidomînen. Jin libasên xweyî reş deynin. Her weha divê tû kes bê xwarina xêra Pêşîmamê xwe ne xwo ji vê malê dernekeve. Qedir û rûmeta we dayî me li ser serê me. Înşallah em ê jî layiqî vê rêzgirtin û rûmeta we bimeşin”
Mêrxasî û welatparezî
Belê li ser mêrxasî û welatpareziya Pêşîmam Îsmail Deniz jî gelek camêran axivîn û beşdaran gelek buyerên Pêşîmam yên ji bo xizmeta Êzdiyatî, parastina Kurd û Kurdiyatiyê anîne ser ziman.
Weke nimûne navên hinek axiftvanan wehane:
Şewqî Şemo Îsa, Dr. Cemal Nebez, Nezîr Şebikanlî, Çelikê Mala Seran, Cînarên Pêşîmam e Alman, Berpirsyarê Mala Êzdiya ya li Oldenburgê Şehab Dag , Nûnerê Komergeha Kurdên Suriyê yên Berlîn, Komelgeha Aremiyan ya Delmenhorst û whd.
Ez nikarim li virê cîh bidime axaftinên wan tevan. Lê , hêvîdar im ku ew kesên ji bo mêrxasî û welatpareziya Pêşîmam Îsmail Deniz axivîn bi xwe wan gotinên xwe ye hêja bi weşînin. Anjî gava yek bixwaze wan axaftinên dost, heval, nas û pismaman Pêşîmam Îsmail Deniz guhdarî bike, dikare seriyekî bide kur û malbata Pêşîmam û kassetê hatî girtin guhdarî bike.
Belê wekî ez dizanim tû kesî mîrî ji goristanan ranekirine, lê dost, heval, nas û pismamên Pêşîmam Îsmail Deniz bi vê xêr, civîna bibîranîna çil rojî û mêrxasiya Îsmail Deniz zindîkirina ruhê Pêşîmam Îsmail Deniz hêjî mezintir kirin.
Ez wer bawerim ku ev xizemta malbata pêşîmaman ji bo parastina Êzdiyatiyê kirî û dikin, wê ji virûpêde jî dîsa ji bo gelek şînên Êzdiyan bive pêşengî.
Dawiyê de dibêjim Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta heval, nas, malbata pêşîmam û hemû Êzdiyên ku keda wan di vê bibîranînê de çêbuye qebûl bike.
Bila rahma Xwedê û hemû xasên Xwedê li ser Pêşîmam Îsmaîl Deniz be û ez sersaxyê ji malbet, hemû dost û pismamên wî re dixwazim.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- ÎSMAIL DENIZ Girêdana arşîvê 2007-03-10 li ser Wayback Machine