Îkaros

Mîtolojiya Yewnanî de qehremanek

Îkaros (bi yewnaniya kevin: Ἴκαρος, Îkaros) kesekî efsaneyî yê yewnan e. Lawikê ku difire tavê tê zanîn. Di çanda popûler de jî cihekî giring digire.

Îkaros
Ἴκαρος Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mîtolojî biguhêre

Îxtilaf kete navbera bavê wî Dedalos û keyê Mîkenê Mînosê ra. Sebeba îxtilafê jî di çavkaniyan da ne yek e. Lê sebeba herî tê te qebûl kirin ew e ku Dedalos alikarî kiribû ku Têseûs û keça key Arîadnê bi hev ra birevin.[1] Bendekî dabû wan. Key Mînos vê yekê aciz bûbû. Ji ber wê wan avête Gergerînê. Îkaros û bavê wê Dedalos di Labîrîntosê êsîr mabûn. Derdora girava Krîtê bi temamî awaya leşkerî da hatibû dorpêçkirin ji ber wê bav û kur nedikariyan ji rêya avê jî birevin. Tenê rêyek mabû hewa.

Fikrekî hate hişê Dedalos. Pûrta çivîkan bi şimayê ra hev ra gireda xwe ra kir baskek û yekî din jî kurê xwe Îkaros ra kir. Hişyarî da wê ku heger nêzîkê tavê bibe ti tav şimayê bihelîne û bask xirab be û ew jî ji esmanan bikeve erdê. Bi baskên xwe Dedalos û Îkaros ji keyaniya Mikenê revîn. Ew bûyer bû sembola tekoşîna mirovan di hemberê qanûnên xwezayî.

Bavê wê pir şîretan lê kiribû lê Îkaros hêj xort bû û awaya firînê da pir daxwaz bû. Hişyariyên bavê xwe bîr kir û nêzîkê tavê bû şima heliya , bask xirab bû, Îkaros di esmanan da kete nav behrê û xeniqî. Behra ku ew ket navê wî behra bû behra Îkarîa û nêzîkê wê behrê jî giravek hebû navê giravê jî bû girava Îkaryayê.[2]

Çavkanî biguhêre