Êlimê Rim Kesk mirovekî zana û alimekî kurd bû. Li dore Cizîra Botan di dema derketine misilmatiyê de jiyaye. Li ser jiyana wî li herême Botanê di nav seyde û aliman de li ser wî pir qasîde û gotin têne gotin. Di dema xwe de biqasî ku tê gotin û zanîn, dergeha wî hebû. Gelek mirid û sofiyên wî hebûn. Li herêmê ku ew li dijiya, ku hinek êrîş li wir dibin, ew ji bi sofîmirid û faqayên xwe re dikeve şer de û tê pekravankirin. Tê gotin ku tirba wî li Girê Êlimê ye. Girê Êlimê jî, ji Cizîra Botan weke saetekê an ji du saetan dûr e, ji aliyê riye hevîrişîmê ve. Girê Êlimê, li ber gundê Xirabê Sosina ya. Xirabê Sosina li gir yê pêş dikeve. Li aliyê paş ji gundê Qaraxrabê heye. Li başûre gir jî gundekî ku hê berê hatibû valakirin jî ji ber çûna dewletê ya bi ser wan de. Navê wî gundî ji Xirabê Darik bû.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî biguhêre