Curnikan çiyayê gundê Kupikê ye û rûyê rojava li ser Kupikê, rûyê rojhilat li ser gundê Şowagê ye. Li ruyê Şowagê Mêrgê Gazê hene. Gaz bi taybetî biharî û havînî derek wekî bihuşt e.

Deşta Gazê seyrangeheke berbiçav e. Di salên borî de gundî diçûn "Waran" û heta payîzê li vir diman.

Di jiyana her însanê Kupikî de Gaz xwedî bîranînek delal e. Taqriben 1400 metre ji behrê bilindtir e.

Li gorî gundiyan, çiyayê curnikan berê ji gundiyan re bûye warê dayîm. Lê paşê gundiyên ku li wir ciwar bûne dakatine binê çiyê: gundê Kupikê. Mala Curnikî ku malek ji ezbeta Seynuriyanin navê xwe ji vir werdigirin.

Bênê çiyayê Curnikan zînar û kevir in. Nêrgiz û berfînên van zinaran binav û deng in.

Ji ber xeta gundiyan, dar û kelemê vî çiyayî ku kêm buye erozyonê gelek zerar û ziyan gihandiye vî çiyayê rindik.