Çilbir
Çilbir xwarineke ji pêjgeha kurd e.
Çilbir û çilîbir ne yek in
biguhêreDu cureyên wê hene. Çilbira navdar, a bi hêk û mastê tê çêkirin e. Çilbira bi goşt û şikevayê tê çêkirin, ne çilbir lê çilîbir an çilekîbir e. Mixabin bi şaşî tên tevlîhevkirin.
Gotin li ser çilbirê
biguhêre- Çilbir xwar, hewcedarê çil û yekê nema.
- Çilbir xwar negot çil û yek.
Berkelî
biguhêreÇêkirin
biguhêreBadiyeke mezin bigirin û heya nîvî avê têxinê. Xwê bavêjin nava vê avê û bidin ser argûnê, bikelînin.
Gorî daxwazê hêkên xwe biçelpînîn û devanga quşxaneya xwe bigirin. Sîrê bikutin û tevlî mast bikin, tevdin. Sîr-masta xwe li binikên xwarinê (debax) parve bikin. Hêkên pijiyayî darivînîn wan jî li binikan belav bikin.
Rûnê xwe biqijilînin, îsotê berdinê û vê çênca xwe li binikan parve bikin, bînin ser destexaneyê.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |