Çiftexas, patîske bestirek ji pembûyê ye. Bi bendên 60-80 numareyê tên ristin. 1 m² = 60, 100 gr e. Ev bestir dikare bê boyaxkirin jî.

Patîske

Şûştin û dirûtina wê hêsan e. Navê patîske ji paşnava Cambraili Baptiste tê ku cara pêşîn wî hilberîna vê qumaşê kiriye. Hin jî dibêjin navê vê bestirê ji bêjeya baftas a hindî tê û ev qumaş ji Hindistanê belav bûye.

Çiftexas li Kurdistanê gelek hezkirî ye, di wêjeya kurdî de herwiha pirra hatiye bikaranîn.