Çaxê Asinî qonaxa dawîyê ji Pergala Sê-çaxanî ye, û piştî qonaxên Çaxê Berîn (Çaxê Nûberîn) anko Neolîtîk û Çaxê Bronzî dihêt. Ew heyameka şûnwarzanistî di çaxên pêşdîrok û serêdîrokê yê deverên Ewropayê û Rojhilata Nêzîk ya Kevnar e û bi awayekê danberhevanî ji bo parên dî yên Cihana Kevnar jî dihêt xebitandin. Pergala Sê-çaxanî li destpêka sedsala 19ê bi awayekê taybetî ji bo şûnwarnasîya Ewropayê hat pêşnihan anko pêşniharkirin. Paştri li dawîya sedsala 19ê ew bû şûnwarnasîya Rojhilata Nêzîk ya Kevnar jî hat bikarînan. Her wekî ko ji navê wê dihêt fehmîn, teknolojîya Çaxê Asinî bi berhemandina amûr û çekên asinî ji asingerîyê dihêt venîyasîn.

Dirêjîya heyama Çaxê Asinî li goreyê deverên li ber lêkolînê dihêt guhartin. Ew bi lihevhatineka şûnwarzanistî dihêt pênasekirin û vedîtina berhemên asinî bi tenê ji bo dîyarkirina ferheng anko kulturê Çaxê Asinî têrê nake, lê zarav anko terma "Çaxê Asinî" digehîne ko berhemandina polayê karbondar hind berfireh bûbe ko berhemandina berfireh ya amûr û çekên asinî bi ser rikeberên xwe yên bronzî kevtibe. Di Rojhilata Nêzîk ya Kevnar da, ev derbazbûn li sedsala 12ê berî bûna Îsayî li destpêka heyamekê da ye ko wekî herrifyana Çaxê Bronzî dihêt nîyasîn. Ew teknolojî zû li hemî herêmên Deryaya Spî ya Navîn û Başûrê Asyayê belav bû. Belavbûna wê ya zêdetir ber bi Asyaya Navîn, Ewropaya Rojhilatê û Ewropaya Navîn piçekê derengtir bû. Ew hêşta derengtir gehişt Ewropaya Bakurî, li dora 500ê Berî Îsayî.

Her bi lihevhatin, destpêbûna tomarên dîroknivîsîyê wekî dawîbûna Çaxê Asinî dihêt hesibandin. Ev bi rengekê edetî hêleka eşkira ji bo dawîbûna Çaxê Asinî dîyar nake. Ji ber ko li herêma Rojhilata Navîn ya Kevnar ew dibe damezirandina Împeratoriya Hexamenişî li dora 500ê Berî Îsayî (ev wekî tomareka dîroknivîskî dihêt hesibandin ji ber ko Herodotusî nivîsîye), û li Ewropaya Navîn û Rojavayî dagîrkirina Romanî li sedsala 1ê Berî Îsayî wekî dawîya Çaxê Asinî dihêt hesibandin. Çaxê Asinî yê Germanîk li Skandînavyayê li sala 800ê Piştî Îsayî diqede û Çaxê Vîkîngan dest pê dike.