Çêwek

Gundekî Xelfetiya Rihayê

Çêwek (bi tirkî: Çebekoğlu) gundekî navceya Xelfêtî ye û di parêzgeha Rihayê de cih digre.

Çêwek
Çebekoğlu
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha
Navçe Xelfetî
Demografî
Gelhe (2009) 213[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°22′40″Bk 37°56′35″Rh / 37.37778°Bk 37.94306°Rh / 37.37778; 37.94306
Bilindayî 675 m
Koda postayê 63950
Koda telefonê (+90) 414
Çêwek li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çêwek
Çêwek
Çêwek (Tirkiye)
Map

Erdnîgarî biguhêre

Gundê Çêwek li ser sînora parêzgeha Riha û Dîlokê radiweste û yek ji gundên herî bakûr ên Xelfêtî ye. Li rojavaya Çêwek gundên Dîlokê, li bakûrê jî gundên Elihê têne dîtin. Behra Feratê ji gund 1 km dûr e û sînora parêzgehên Riha û Dîlokê diyar dikin. Ji bajarê Rihayê 123 km, ji yê Xelfêtiyê 32 km û ji Dîlokê 117 km dûr disekine. Jimara gundiyan di sala 2000an nêzî 173 bû, ji wan 99 jin û 74 mêr bûn. Nêzî 65 mal di gund de hene.

Bi cih bûn biguhêre

Gundê Çêwek li ser tepeke hatiye avakirin û lewmane bayek hunik hertim ji ser ve derbas dibe. Behra Ferêt 1 km ji gund dûr e û li basûr-rojavayê gund derbas dibe, lê ji ber ku rêya dice behrê dijwar e nemimkûn meriv bi alîkariya erebe biguhêje wê derê.

Derdorê gund tijî darên zeytûn û fisdeqan bin jî (yên ku ji boy cotemeniyê hatina candin) darên xwezayî jî di vê herêmê de têne dîtin. Li basûrê bax û baxce, li bakûr û rojavayê jî erdên betal ên ku ji boy cêrandina mih û sewalan tên bikaranîn. Daristaneke bicûk û xwezayî li Qada Guran (li rojavayê) peyda ye. Ew daran gelek hêdî mezin dibin û ne di bin parastinê de ne.

Avhewa biguhêre

Îqlima herêmê weke ya Behra Spiyê ye, lê demsalên herêmê dijwar derbas dibin. Mehên Hezîran heta Gelawêjê gelek hişk derbas dibin. Di zivistanê de bi gelemperî pir berf dibare. Bayê ku ji hêla Ciyayên Torosê tê zivistanê dijwartir dike.

Ajalên xwezayî biguhêre

Li derdorê gund ajalên xwezayî - wek rovî û gur - dijîn. Tê gotin ku li kenarê Ferêt pisika kûvî/givir jî hatiye dîtin. Heta salên 90iyan di vê herêmê de bizinên ciyayê jî hebûn. Yek ji ajalên ku jimara xwe zêdetir bûye gur e. Li gorî gundiyan eftar jî hatine dîtin.

Li bakûrê gund ji dûr ve Çiyayên Torosê têne dîtin. Heta meha Gulanê serê wan ciyan ji ber berfê gewr in. Xuyana ew ciyan ji boy herêmê taybet in.

Ahagiyên sosyolojîk biguhêre

Çêwek heta salên 1990iyan bi gundê Keferanê ve girêdayî bû û ji vê demê bisunde xwe ji keferanê veqetand û bû gundekî serbixwe. Ceyran di sala 1985an û ava vexwarinê jî di sala 200an de gihîstin gund. Ji ciwanên gundan sedî 85 ji ber sedemên aborî kocberiya xurbetiyê kirine. Di gund de dibistanek û dikanek hene. Wekî din gund xwediyê girêdayî înternet-cafeke ye û girêdayî înternetê jî buye.

Civaka gund zêdetir ji kal û pîran pêk tê. Heman heman gîs mêriyên hev in û lewmane têkiliyên xwe bi hev re rind in. Malên gundiyan nêzî hev in, bi pirranî duqatî ne û ji boy sert û mercên wê derê modern xuya dikin. Qata jêrîn weke axir ji boy xwedikirina heywanan tê bikaranîn.

Aborî û binavayî biguhêre

Gelê gund bi cotemenî û ajaldarî xwe derbas dike. Wekî din, gundiyên li derva welêt pere disînin malên xwe û alikariyê didin gundiyan. Bi taybetî ji ber pirsgirekên aborî gelek gundî ji sala 1960an ve kocberiya Ewrupa kirine.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe
2009 213
2000 173
1990 -

Çavkanî biguhêre