Æthelstan

keyê anglosakson

Æthelstan an Athelstan (bilêvkirina îngilîzî: [ˈæθəlstæn]; bi îngilîziya kevn: Æþelstan an Æðelstān, norweciya kevn: Aðalsteinn bi wateya "kevirê esîl", jdb. 894 - m. 27 çiriya pêşîn 939) di navbera salên 924an heta 927an keyê anglosaksonan û 927an heta mirina xwe di sala 939an de şahê hemû îngilîzan jî bû. Ew kurê Edwardê Kal û jina wî ya yekê Ecgwynn bû. Dîroknasên nûjen ên Îngilistanê, Edwardê wekî yekem şahê îngilîzan û yek ji mezintirîn keyên anglosaksonan dihesibînin. Qet nezewicî û zarokên wî çênebûn. Piştî wî zirbirayê wî Edmund I rûnişt li ser texta Îngilîstanê.

Æthelstan
Æthelstan St. Cuthbert re pirtûkekî diyarî dike,ev portre, portreya şahê Îngilîzan ya herî pêşîn e.Mînakek ji destnivîsên Bede ya bi navê Jiyana Saint Cuthbert[1],di peristgeha Cuthbertî ya bi navê Chester-Le-Street de Æthelstan re hat diyar kirin.Ew tacekî xwe dikir ku dîzayna vê tacê di polikên "peykera bitac" de jî eynî wekî vê tacê bûn.[2]
Keyaniya Wessexê
Serwerî924-927
Tackirin4 îlon 925
Yê pêşîEdwardê Kal
Yê paşîEdmundê I
Keyaniya Îngilistanê
Serwerî927-939
Yê paşîEdmundê I
Jînenîgarî
Roja jidayikbûnê894
Mirin27 çiriya pêşîn 939
DînXiristiyanî
XanedanXanedana Wessexê
BavEdwardê Kal
DayikEcgwynn

Dema ku Edwardê Kal mir, merciayiyan Æthelstan wekî keyê Merciayê qebûl kir. Dive ku zirbirayê wî Ælfweard pêşiya wî rûnişta ba textê lê piştî sê heftê mirina bavê xwe, Ælfweard jî mir. Tac ket destê Æthelstan. Æthelstan çendîn mehan rastî berxwedanan hat. Bi vê yekê re jî heta îlona sala 925an nehat tackirin. Di sala 927an de Keyaniya Vîkîng a herî dawî, York, hate fetihkirin û Æthelstan bû keya anglosaksonî ya hemû Îngilîstanê. Di sala 934an de Æthelstanî Skotlenda dagir kir û Konstantînê II neçar kir ku xwe teslîmî Æthelstanî bike û gelên skotlendî û vîkîng di bin serweriya Æthelstanî de qehirîn. Æthelstanî di Şerê Brunanburhê de wana têk bir. Ew serkeftin ku di giravên Brîtantayê de û di kîşwerê de Æthelstanî re prestîjên mezin da. Piştî mirina wî vîkîng dîsa Yorkê zeft kirin û heta 954an neket destê anglosaksonan.

Æthelstanî hikûmeta xwe sentralîze kir û wî kontrola xwe li hilberîna peymanan zêde kir û pêşengên deverên dûr vexwend ku werin encûmena wî. Di van hevdîtinan de her weha serwerên ji derveyî xaka wî, bi taybetî padîşahên walesî, ku bi vî rengî serweriya wî qebûl kirin beşdarî xaka wî bûn. Zêdetir nivîsên qanûnî ji serdestiya wî xelas dibin ji hemû keyên îngîlîzî yê sedsala 10an. Wan gumanên xwe li ser diziyên berbelav û sazûmana civakî anîn ziman. Reformên wî yên zagonî li ser kalikê wî, Alfredê Mezin ve binyatkirî ye. Æthelstan yek ji keyên ayînperist ên saksonên rojava bû û bi komkirina emanetên pîroz û bi afirandina dêran re navdar bû.

Bi sedsala 9an re di heyama anglosaksonan a zû de, çendin keyaniyên anglosaksonan hat çarkirin: Rojhilata Anglia, Mercia, Northumbria, Wessex[3]. Di sedsala 8an de Mercia bû keyaniya herî bihêz a Başûrê Îngilîstanê, lê belê di serê sedsala 8an de, Wessex li başûrê Îngilîstanê de, di bin serweriya Egberth de domînant bû ku Æthelstan nevîçirçirkê Egberth e. Nîvê sedsalê de, Îngilîstan bin êrîşa vîkîngan de ma û di sala 865an de ji aliyê artêşa kafiran a mezin ve hate dagirkirin. Di sala 878an de vîkîngan Merciayê, East Angliayê, Northumbriayê dagir kirin û hema mabû Wessexê dagir bikirana. Saksonên rojava li Şerê Edingtonê[4] de bin Alfredê Mezin de şer kirin û serkeftinekî diyarker bi dest xistin. Alfred û serokê vîkîngan Guthrum, beşkirinekê de li hev kirin ku rojavayê Merciayê Alfred re were danîn, rojhilata Merciayê jî East Anglia ve were daxilkirin. Di sala 890an de êrîşên tezekirî yên vîkîngan ji aliyê Alfred ve û bi alîkariya kurê wî (û bavê Æthelstan e) Edward û şahê merciayiyan, Æthelred ve hate şikandin. Æthelredî Mercia bin Alfred de rê ve bir û bi keça wî Æthelflæd re zewicîbû. Alfred 899an de mir û Edward rûnişt ser textê. Æthelwold, kurê Æthelred e ku ew kek û keyê pêşînê Alfredê Mezin e, ji bo bidestxistina hêzê dijmin re pêşnîyarek kir lê sala 902yan de li Şerê Holmeê de hat kuştin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "History by the Month: September and the Coronation of Æthelstan'". Parker Library, Corpus Christi College, Cambridge. 8 îlon 2015. Ji orîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 nîsan 2016.
  2. ^ Foot, Æthelstan: The First King of England, pp. 155–156
  3. ^ Stenton, Anglo-Saxon England, pp. 95, 236
  4. ^ Keynes & Lapidge, Alfred the Great, pp. 11–13, 16–23