Zeynelabidîn Zinar

Nivîskarê kurd
(Ji Zeynelabidin Zinar hat beralîkirin)

Zeynelabidîn Zinar nivîskar, werger û lêkolînerê kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Îmam-Xetîb û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê de şixuliye.

Zeynelabidin Zinar
Jidayikbûn1953
Gundê Hedhedk, Qubîn
PîşeNivîskar, Lêkolîner û Werger
Zimanê nivîsinêZimanê Kurdî
NeteweKurd
Tevgera wejêyîWêjeya kurdî
BandorbarEliyê Teremaxî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şêx Hesenê Nûranî, Ebdurehmanê Axtepî, Şêx Fethullahê Werqanisî,
biguhêreBelge

Ji 12ê îlona 1980yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984'an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di İşkencede 178 Gün [1] diyar kiriye. Zinar, di dawiya 1984an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995an tedawi bûye.

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha (2016) 123 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye.

Saziyên ku tê de Zeynelabidîn Zinar endam e biguhêre

Pirtûkên Zeynelabidîn Zinar biguhêre

  • Xwençe Cild I
  • Xwençe Cild II
  • Xwençe Cild III
  • Xwençe Cild VI
  • Xwençe Cild V
  • Xwençe Cild VI
  • Xwençe Cild VII
  • Xwençe Cild VIII
  • Xwençe Cild IX
  • Xwençe Cild X
  • Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî
  • Işkencede 178 Gun (Tirkî)
  • Siyabend û Xecê
  • Xwendina Medresê
  • Kadîna Mişkan
  • Balafira Jînê
  • Xweşber
  • Mîrate
  • Çarmix
  • Hemdîn û şemdîn
  • Bingeha Çîroka Kurdî
  • Çivîka Bilûrvan
  • Bawermendî -I
  • Bawermendî -II
  • Pîra Kût û Dîkê Derpîkurt
  • Hecî Rovî
  • Kurdistana Xwedê jî şewitî
  • Nêçîra Çiyayê Reş
  • Keywan Paşa û Keçelok
  • Beranê Sêr
  • Abidê şikeftê
  • Zira Kerê û Lota Devê
  • Çîm Beg
  • Qîza Paşayê Çîn û Maçînê û Hesenê Sênî
  • Ji heftan çar şaxên çîroka Gûl û Sînem
  • Hevberdana Qijik û Kevokê)
  • Kalê Merivxwir
  • Kewê Çîrokbêj
  • Kerkerokê Bayê
  • Sînelmasî û Mîr Mihê
  • Sêva Sêrê
  • Gurê Selikê
  • Mele Kulî
  • Pêxemberê Derewîn
  • Mîrê Cîzîra Botan û Siltanê Stenbolê
  • Xwişkebiratiya Teyr û Rovî
  • Kurê Paşê û Mişkê Qut
  • Cihê û Çil Kose
  • Bablîcan
  • Miriyê Li Ser Bîrê
  • Serpêhatiya Wezîr û Paşê
  • Mado Paşa û Keça Dêwê
  • Mîr Mihê û Gulîzar
  • Zerdeşt Pêxember
  • Şatirxane

Pirtûkên ku ji alfabeya erebî veguhaztine alfabeya latînî biguhêre

Pirtûkên werger biguhêre

Pirtûkên veguhaztina ji destnivîsan biguhêre

  • Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî, Mele Nûriyê Hesarî] (rêziman, pexşan- kurmancî)
  • Çanda Warê Talankirî, Ebas Alkan] (folklor, pexşan û kêşan- kurmancî)
  • Mamikên Kurdî, M. Xalid Sadînî] (folklor, pexşan- kurmancî)

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre