Şêx Hesenê Nûranî

Zanyarê îslamê

Şêx Hesenê Nûranî (jdb. 1786 Amed - m. 1865 Amed) alimê Îslamê û nivîskarê kurd e.

Şêx Hesenê Nûranî
Jidayikbûn1786
Mirin1865
Amed, Bismil
EsilKurd
PerwerdeMedreseyên Kurdistanê
DestûrnameŞêx Salihê Sipkî
PîşeAlim û Nivîskar
SerdemSedsala 18an û 19an
BandorbarEbdulqadirê Geylanî, Mewlana Xalid, Mele Xelîlê Sêrtî
DînÎslam
ZarokEbdurehmanê Axtepî, Şêx Muhemmed Can, Şêx Muhemmed Sîrac û Şêx Muhemmed Nûr
biguhêreBelge

Malbata Şêx Hesenê Nûranî bi gundê xwe yê Axtepeyê hatiye naskirin. Ev gund bi qeza Çinara Amedê ve girêdayî ye. Çar kurên Şêx Hesenê Nûranî hebûn: Ebdurehmanê Axtepî, Şêx Mihemed Can, Şêx Mihemed Sîrac û Şêx Mihemed Nûr.

Şêx Hesenê Nûranî yek ji şêxên rêçika neqşîbendî bû. Di herêmê de xwedîrêz û giranbihatiyeka wî ya mezin hebû. Di pey wî de, çi kesê ku ji malbatê rabûye, hê bêtir bi bal welatparêziyê ve, xasma di warê nivîsandina bi zimanê kurdî de gavine fireh avêtiye û qelemşoriyeke mezin kiriye û berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsîne.

Çendî ku bi dehan mirovên hêja, zana û bîrewer ji Malbata Şêx Hesenê Nûranî rabûne û niha jî bi dehan kesên wisa hene, lê belê emê pêşî li ser Şêx Ebdurehman û pirtûkên wî, di pey de li ser herdu kurên wî, Mihemedê Kerbelayî û Şêx Eskerî, piştre jî li ser Şêx Mihemed Can ê birayê Ebdurehmanê Axtepî binivîsin. Da ku xwendevanên kurd, vê Malbata hêja rind binasin û ger bi hindikî be jî, sûd ji berhemên wan bibînin.

Çavkanî biguhêre