Kobrayê çolê
Kobrayê çolê | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Binefilûm: | Vertebrata |
Çîn: | Reptilia |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Serpentes |
Famîle: | Elapidae |
Binefamîle: | Elapinae |
Cins: | Walterinnesia Lataste, 1887 |
Cure | |
| |
Hevwate | |
Atractaspis wilsoni |
Kobryê çolê (Walterinnesia), cinsekî marên jehrî ji famîleya marên mertalê (Elapidae).[1]
Şayes biguhêre
Dirêjiya kobrayê çolê derdorî 0,5 m, lê carinan digihîje 1,3 m.
Belavbûna erdnîgarî biguhêre
Kobrayê çolê xweciyê Rojhilata Navîn e. Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia) li welatên Misir, Libnan, Urdun, Îsraêl û bakur-rojavayê Erebistana Siûdî têne dîtin. Belkî li rojavayê Sûrî werê dîtin. Heger li hinek deverên Kurdistanê li Tirkiye hebe.[2]
Jîngeh biguhêre
Kobrayê çolê li gelek cureyên baybanan dijîn. Kobrayê çolê nêzî warên mirovan têne dîtin bi taybetî li cotegehan.
Reftar biguhêre
Kobrayê çolê çalakgera şevê ye. Kobrayê çolê dikane nêçîra xwe bi hêza jehrê bikuje.
Parêzî biguhêre
Kobrayê çolê dikane qirtîş, apik, sûsmar, marên din, beqê axê, mişk û balindeyan bixwe. Kobraya çolê carinan cendekê mirî dixwe.
Jehr biguhêre
Cinsê kobrayê çolê gelek jehrî ye. Binepelika (LD50) ji bo jehrê ya cureyê W. aegyptia qasî 0.4 mg/kg. Ji bo berhevdanînê, binepelika Kobrayê Hindê (Naja naja) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.80 mg/kg, lê Binepelika Kobrayê saqodar (Naja nivea) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.72 mg/kg. Ev sedema xurtbûna jehrê kobrayê çolê ye.[3]
Çavkanî biguhêre
- ^ ITIS (Desert Black Snake)
- ^ Ugurtas I. H., Papenfuss T. J., and Orlov N. L. (2001), New record of Walterinnesia aegyptia Lataste, 1887 (Ophidia: Elapidae: Bungarinae) in Turkey,” Russian Journal of Herpetology, 8: 239 – 245
- ^ "LD50 Menu". Ji orîjînalê di 1 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2013.
Girêdanên derve biguhêre
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kobrayê çolê de hene