Qirtîş
Temporal range: Early JurassicHolocene, 199–0 Ma
Ejdiya birî ya navîn, Pogona vitticeps
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Joreçîn: Tetrapoda
Çîn: Reptilia
Bineçîn: Diapsida
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Günther, 1867
Famîle

Binêre Dabeşandina Qirtîş û marmarokan.

Belavbûna hemû cureyên qirtîş û marmarokan

Qirtîş navê hemû xijendeyên di binkoma qirtîşan (bi latînî, Lacertilia) e. Kurd li xijendeyî ku navê wê zanistî, (Crocodilia), re dibêjin qirtîşa avê lê bi zanistî ev ne cureyekî qirtîşan e. Li Kurdistanê gelek cureyên qirtîşan hene:

  • Apapik (lat. Gekkonidae) qirtîşek pir biçûk e, reşik e. Li quncên malan tê dîtin. kelmêşan dixwe. Dengî xwe wek 'niç niç niç' e.
  • Axwêran, qirtîşeka sût a keskengî ye, daximê reşengî li her hêlê zik hene. Axwêran qirtîşeka zirav û drêj e; yê çapik e.
  • Sûsmar (Agamidae) û jê cinsa Gumgumok, qimqimok ku sûsmarek e biçûk yê sorengî ya ser pan e. Tim xwe di bin keviran da dikemişîne weke gumgumoka gawiran (Lat. Laudakia stellio) sûsmarek e reş ya girniş girnişî ye. Li ser daran û keviran tê dîtin. Tim serî xwe radiku jer da û jor da hêldike.
  • Qirtîşê Zer, qirtîşeka sût a zerengî ye. Ji axwêranê mezintir e. Boçê xwa yê qut e. Li derê bi xîz tê dîtin. Bi taybetî li ber çemî Ferat tên dîtin.
  • Margîse,têrtêre an pîreka melekdas (lat. Chamaeleonidae) cureyekî qirtîşan ya ku rengî xwe diguherînî ye.

Ji navên cins û cureyên qirtîşan:

Dabeşandin biguhêre

 
Apapik
 
Sûsmarek li Dîlokê
 
Nêzî serê Rhineura
 
Binaniya Qirtîşê strîdar
 
Qirtîşê bizimanhêşîn yê rojhilatî

Binekoma qirtîşan Lacertilia (Sauria)

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

  Wîkîferheng: qirtîş – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir