Gotûbêj:Îtihad û Tereqî

Şiroveya dawî: Yekşem di 14:58 de ji aliyê Avestaboy ve di mijara Navê rêxistinê bi kurdî de

Navê rêxistinê bi kurdî biguhêre

Bi dîtina min divê ji bo rêxistinê navekî kurdî yê nûjen bi kar bînin. İttihat ve Terakki bi Tirkiya osmanî ye . Ji ber ku ew ne rêxistineke kurdî bû, em dikarin wergereke nûjen bikar bînin.Piraniya gotarên Wîkîpediya bi zimanên din wergera xwe bi kar tînin ( bi îngilîzî Committee of Union and Progress , bi almanî , Komitee für Einheit und Fortschritt , bi fransî Comité union et progrès , bi malezî Jawatankuasa Perpaduan dan Kemajuan hwd. Mesela em ji Türk Dil Kurumu re Saziya Zimanê Tirkî dibêjin û hemû kurd vê navê fam dik e .Pêşniyarên min ew in : Yekîtî û pêşketin ( rêxistin ) , Rêxistina yekîtî û pêşketin an jî Komîteya yekîtî û pêşketin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 20:46, 8 gulan 2022 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada:@Penaber49: Avestaboy (gotûbêj) 07:58, 9 gulan 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalno @Balyozxane,@MikaelF,@Penaber49,@Biyolojiyabikurdi, @Ferrus,@Ehmedbeg
Bi dîtina min çêtir e ku sernav bibe Komeleya Yekîtî û Pêşketinê . Ji ber ku ji bo kurdên îroyî hêsantir tê fêmkirin. İttiḥād ve Teraḳḳī Cemʿiyeti navê komeleyê bi zimanê osmanî ye. Wergera tirkiya nûjen Birlik ve İlerleme Derneği ye. Mesela em dibêjin Dadgehên serxwebûnê û ne Mehkehmeyên /Dadgehên Îstiqlalê. Ji ber ku ew wergera kurdiya modern e . Avestaboy (gotûbêj) 07:29, 9 hezîran 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy, di navbera tirkiya osmanî û tirkiya îro de gelek cûdayî heye. Ji ber ku naveke kevn e ez dibêjim nav bê parastin êdî çêtir e. Dema ku em peyvê Îtîhat û tereqî derxin dê gelek kes vê komeleyê nas neke. Li gel navê Komeleya Îtîhad û Teregî em dikarin bi ji bo kurdî nava duyem a alternatîv Komeleya Yekîtî û Pêşketinê' jî di nav hevoka navan de zêde bikin. Penaber49 (gotûbêj) 08:21, 9 hezîran 2024 (UTC)Bersiv bide
Hevalê hêja @Penaber49 . Ew navê fermî tenê ji bo zimanê tirkî wezîfe ye . Tirkî / Osmanî û kurdî zimanên cuda ne . Ji bo Wîkîpediyaya kurdî navê kurdî û ne navê tirkî derbasdar e . Mesela em bi kurdî dibêjin Partiya Gel a Komarî û ne Cumhuriyet Halk Partisi. Bi min çêtir ku navê bi kurdî bibe sernav û em dikarin kêleka navê kurdî jî navê fermî bi tirkiya osmanî binnivîs in. Avestaboy (gotûbêj) 10:19, 9 hezîran 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Guhartina Îtihad û Tereqî ne hewce ye, hem hêsan tê fêmkirin hem jî di lîteratura kurdî de tê bikaranîn. --Balyozxane (gotûbêj). 14:06, 9 hezîran 2024 (UTC)Bersiv bide
Merheba @Balyozxane Ez ji Bakurê Kurdistanê me û ji bo min peyvên Yekîtî û Pêşketin ji peyvên Itîhad û tereqî hêsantir tên fêmkirin. Peyvên Yekîtî û Pêşketin 24 saet tên bi kar anîn. Her wiha min ji bo navê Komeleya Yekîtî û Pêşketinê jî encaman li ser Googleê dît.
https://www.nubihar.com/behter/31-komeleyen-kurdan-yen-dema-osmaniyan
https://xwebun.org/jon-tirkan-nav-guherandin/ Avestaboy (gotûbêj) 14:58, 9 hezîran 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Îtihad û Tereqî".