Pîlakiya Amedê cureyeke pîlakiyê ye. Di pêjgeha kurd de gelek xwarinên ji lowiyê tên çêkirin hene. Amadekirina wê ne dijwar e.

Pîlakî ne xwarineke standard e. Li herêmên Kurdistanê gelek cureyên wê tên çêkirin.

Herwiha binêrin biguhêre

Berkelî biguhêre

  • 2 serî pîvaz
  • 1kg barbûnyaya teze
  • 2-3 dendik sîr
  • 2 heb gizêr
  • 1 heb kartol
  • 3-4 îsota dirêj
  • 6 fringî (bacanê sor, tomatos)
  • 4-5 ta bexdenûs
  • 1 lîmon
  • 1 stekan (qedeh) rûnê zeytê
  • Xwê
  • 4 stekan av

Çêkirin biguhêre

Barbûnyayên xwe pakij bişon û di 4 stekan avê de bi qasî 20 deqeyan bikelînin, bidarivînin. Ji vê ava wê 1,5 stekan avê bigirin, têxin tasekê û lîmona xwe jî biguvişîninê.

Di rûnê xwebiqijilînin, pîvaza xwe ya hûrkirî berdinê, biqelînin. Îsot, kartol û gizêra tîkekirî tevlî pîvazên qelandî bikin. Zebzeyan hindik biqelînin.

Barbûnyaya xaşandî, fringiya rêşkerê hatiye xistin (rende), lîmon, av, xwê tevlî bikin. 20 deqe biqelînin. Sar bû, bexdenûsa hûrkirî bi ser bikin. Bînin ser destexaneyê (sifreyê).