Pêjgeha polonyayî

(Ji Pêjgeha polon hat beralîkirin)

Pêjgeha polonyayî, ji xwarin-vexwarinên Polonyayê re tê gotin. Xwarinên polonyayî, herçendî bi yên skandînavyayî, slavî re gelek hevpar bin jî, xwedî gelek taybetiyan e. Di xwarinên polonyayî de wekî yê kurdan rêça cotyariyê heye. Ango xwarinên ku cotyar ji keda xwe dixwin, hêyavk, xwarinên din ên bi zebzeyan tên çêkirin. Dîsa kurd jî polon jî hez ji benî, şirdanê dikin.

Dab û nêrîtên destexaneya polonan biguhêre

Polon jî wekî kurdan carnan du caran taştê dixwin ku kurd jê re xurînî dibêjin. Di taştêyê de nan, sosîs, penîrê spî, arû, fringî, pîvaz (teze yan serî), çay tên ser destexaneyê (sifre). Piştê navrojê çaya kelî (germ) vedixwin. Di navrojê de xwarinên giran, bi germî dixwin. Şîvê wekî ewropayiyên rojavayî, hindik dixwin. Şîv an parçeyeke nan e, yan sosîs, salamî yan jî kartolê xaşandî yan kulîçeyek e. Her wiha xiyarê tirşînê, yan kuvarkê jî.

Polon gelek qîmetê didin rojên neteweyî û olî û di wan rojan de destexaneyên xwe rengîn dikin, dixemilînin. Şeva Pîroz (rojbûyîna Hêja Îsa) de, 12 xwarinan amade dikin lê divê goşt tê de nebe. Bo mînak fasûlî, kuvark, riz, fêkiyên pijandî ûêd. Mêvan divê ji hemiyan tehm bike, heger neke li edeba sifreyê nayê. Lê polon di rojên neteweyî de bi dilê xwe xwarinan çêdikin û alkolê jî vedixwin.

Xwarinên navdar biguhêre

 
Bîgos
  • Bîgos – xwarina neteweyî
  • Pîerogî – („Piroggen“) ev jî xwarineke neteweyî ye
  • Barszcz cure şorbeyek e
  • Żur – şorbe bi sîr, hêk katol û sosîsê
  • Zrazy – kutilkek e
  • Gołąbki – tê wateya („kerrik“) kutilka kelemê
  • Flaki – tê wateya („bi hundir ve, hundirî“) xwarineke bigoşt e
  • Kufte – kufteyên goşt
  • Pîrzola – ji goştê berazê pîrzolayên curbecur
  • Kaszanka – sosîs bi pîvazê tê servîskirin

Herwiha kilorên polon jî rengîn in. Hêyavk, arxavk, masî, xwarinên ji hevîrê jî. Seleteyên Polonyayê berê yên slavî bûne, lê di çerxa demê re bandora seleteyên skandînavî û almanî jî zêde bûye. Şîraniyên polonyayî dişibin ên rûs û almanan.

Vexwarin bialkol biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Robert Strybel, Maria Strybel: Polish Heritage Cookery. New York 1993, ISBN 0-7818-1124-4. (îngilîzî)
  • Bridget Jones: Polnische Küche. Köln 1999, ISBN 3-89508-442-5.
  • Maria Lemnis, Henryk Vitry: Altpolnische Küche und polnische Tischsitten. Warschau 1984, ISBN 83-223-1817-0. (almanî)
  • Stanisław Czarniecki: Compendium ferculorum albo Zebranie potraw. (çapa yekem: Krakow 1682).
  • Paul Tremo: Nauka dokładna sposobów warzenia i sporządzania potraw. sedsala 18.
  • Jan Szyttler: Kuchnia myśliwska. Warşaw 1989 (çapa yekem: 1823).
  • Jędrzej Kitowicz: Opis obyczajów za panowania Augusta III. Warschau 1985 (çapa yekem: Vilnius 1840).