Nane (Mentha spicata), wekî tihtavik, pûng ûêd cureyek ji pûjanê ye. Li Kurdistanê ji xeynî naneyê, cureyên pûjanê yên navdar tihtavik (Mentha aquatica), pûjana ajgulî (Mentha longifolia), mîntavik (Mentha x piperita), pûng (Mentha pulegium) û pûjana çîmenê (Mentha arvensis) ne. Navê famîleya wan famîleya gezika derewîn (famîleya lamiyasiyan, Lamiaceae) e.

Nane (Mentha spicata) cureyek ji pûjanê ye

Cureyê herî naskirî yê pûjanê ev e. Di macûna diranê, benîşt de bikartînin. Tevlî şîraniyan dikin. Nêrî û pelên wê tên hişkkirin û hêrandin ku wekî biharbêhn an di dermanan de bikartînin. Wekî çay vedixwin, tevlî sosan dikin.