Benîşt bo kayînê, cûtandinê ye. Ji bo kêfê û tenduristiyê tê bikaranîn.

Benîştê siruştî
Benîşt

Benîşt dikare bi cureyên şekir an aromayan jî were çêkirin ku îro pirraniya benîştan wisa ne. Li Kurdistanê hê jî gel bi xwe benîştan çêdike. Ji bo wê giyaya kereng gelek tê bikaranîn. Dîsa benîşt ji hin cureyên daran (benîştek) jî tên çêkirin.

Dîroka benîştê gelek kevn e. Heya dema kevirî jî rastî bikaranîna mirovan a benîştê hatiye. Bi sedan salan ji girava grekî ya îro bi navê Girava Xiyos tê zanîn ji aliyê rojavayiyan bo cîhana ereban û Asyayê hatiye firotîn. Di şarezayiya Mezopotamya û Misira kevnare de herwiha gelek cureyên wê dihatibûne kayîn.

Îro pirranî bi madeyên sorbîtol û maltîtol tên birengkirin ku evana bo tenduristiyê nebaş in. Ji bo kesên raxwarina baçikê rawestînin hin cûreyên bijîşkî jî hene.

Hin cureyên nûjen ên benîştê biguhêre

  • Benîştên pelqok-çêkirinê (bi îngilîzî: Bubble Gum)
  • Benîştên diranan (didanan) diparêzin
  • Benîşt bo bêhnên nebaş ên dev
  • Benîşt bo têkoşîna bi daxwaza sîgarayê re
  • Benîşt bo biriqandina diranan
  • Benîştên dijî îshel û qebizê
  • Benîştên dijî madelihevketin û verêşandinê