Kaniya Xezalan an Girê Spî an jî Til Ebyad[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Akçakale) yek ji navçeyên Rihayê ye. Xwedî dîrokeke kevn e.

Navçeya Kaniya Xezalan
Akçakale
Cihê Kaniya Xezalan di parêzgeha Rihayê de
Navçeya Kaniya Xezalan li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Navçeya Kaniya Xezalan
Navçeya Kaniya Xezalan
Navçeya Kaniya Xezalan li ser nexşeya Riha nîşan dide
Navçeya Kaniya Xezalan
Navçeya Kaniya Xezalan
Navçeya Kaniya Xezalan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Kaniya Xezalan
Navçeya Kaniya Xezalan
Koordînat: 36°42′47″Bk 38°56′54″Rh / 36.71306°Bk 38.94833°Rh / 36.71306; 38.94833
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarKaniya Xezalan
Îdarî
 • QeymeqamŞefik Aygöl
Hejmara nahiyeyan2 nahiye
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan86 gund
Qada rûerdê
 • Giştî691 km2 (267 sq mi)
Bilindahî
360 m (1180 ft)
Nifûs
 (2008)
82.093[1]
 • Berbelavî118,8/km2 (308/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
24.890
Koda postayê
63500
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge
Dîmenek ji navçeya Kaniya Xezalan

Erdnîgarî biguhêre

Rûber 1.248 km², bilindahî ji rûyê avê 385 m ye. 52 km ji Rihayê dûr e.

Li rojhilatê Ceylanpınar û Wêranşar, li rojavayê Pirsûs, li bakûrê Riha û Herran, li basûrê jî Sûriye hene. Ji navenda Rihayê 52 km dûr e. Li rojhilat û rojhilata xwe de ciya peyda bin jî, bi gelemperî xwediyê destekî mezin û duz e. Mezinahiya xwe ji rojhilatê heta rojavayê 85km, ji bakûrê heta basûrê 28 km ye.

Havînên xwe germ û hiskî, zivistanên xwe jî bizare derbas dibin.

Dîrok biguhêre

900 salan berî Îsa Kaniya Xezalan di bin hekîmiyeta Împeratoriya Asûr bû û 600 salan berî Îsa kete bin destê Med û Împeratoriya Hexamenişî. Herêm 550 salan berî Îsa ji aliyê keyaniya Makedonan ve tê bi rê ve birin. Heta belawbûna Îslamê di vê herêmê de Împeratoriya Seleukî, Keyaniya Edessa, Împeratoriya Romê, û Împeratoriya Sasanî mijûl bûne. Di sala 640an de ji aiyê Artêşa Şamî ve, di 661an de jî ji aliyê Xanedana Emewiyan hatiye bidestxistin. Pistî Emewiyan Xanedana Ebasiyan hatine vê herêmê û ev herêm pistrev ji aliyê Selçukiyan ve atiye fethkirin.

Di sala 1144an de Zengiyên Rihayî têdikevine vê herêmê û herêm girêdayî Mûsilê dibe. Pistrev Xanedana Eyûbiyan û Selcûqiyên Romê Anatolyê vê herêmê bi hev re parkirine. Di sala 1244an de Tataran, 1260an de jî Moxolan vê herêmê tehrîp kirine.

Pistî Yekemîn Sera Cihanê dibe digel Tirkiye û di sala 1987an de dibe navceyeka Rihayê.

Demografî biguhêre

Gorî hejmartinên fermî yên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 32.114 û bi giştî jî 77.261 e. 1 şaredarî, 1 nehiye, 87 gund û 160 mezreyê wê hene.

Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin an valakirin. Gelê herêmê gelek xizan e. Aboriya xwe bi xebata pembo, çandinî û xwedîkirina ajalan dikin. Riya pirraniya gund û mezreyan nîne. Herwekî elektrîk, bijîşk, av, dibistan jî kêm in û gel gazindar e.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre