Wêranşar, Riha

neziki 200.000 kes dijîn

Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Κωνσταντίνη, Konstantíne, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.[çavkanî hewce ye]

Wêranşar
Viranşehir
Wêranşar
Wêranşar li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Wêranşar
Wêranşar
Wêranşar li ser nexşeya Riha nîşan dide
Wêranşar
Wêranşar
Koordînat: 37°13′57″Bk 39°45′57″Rh / 37.23250°Bk 39.76583°Rh / 37.23250; 39.76583
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha
SerbajarWêranşar
Îdarî
 • QeymeqamÖnder Çengel
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan115 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.843 km2 (712 sq mi)
Bilindahî
560 m (1840 ft)
Nifûs
 (2020)
204.100
 • Berbelavî86,5/km2 (224/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
89.940
Koda postayê
63700
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Xwarin biguhêre

Li herêma Wêranşarê fêkiyeke taybet a bi navê Şelengo heye. Şelengo weke petîxê biçûk e. Xwarina wî wekî xîyara ye.Xwarineke bi navê Sogîlme jî heye ku bi bacanreşk tê çêkirin. Bacanê reş davêjin nava tenûrê, piştî wê bi sîra di nav rûn de sor dikin.

Çand biguhêre

Çanda Wêranşarê bi gelemperî li ser çanda Kurdan e.

Dîrok biguhêre

Navê Wêranşarê dî dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.

Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi inglîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.[çavkanî hewce ye]

Tê gotin ku tirbên pêxember Eyûb û Îlyas li gundê Nebeyûb hatine dîtin.[çavkanî hewce ye]

Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema împeratoriya Romayê de ji aliyê Konstantîn I ve li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye avakirin. Bajar ji aliyê êrîşa farisan û erdhejeke giran ve hatiye hilweşandin.[çavkanî hewce ye]

Ji sala 363 heta 540an ev bajar bûye cihekî giring yê dema Bîzansê, bi taybetî jî di serên di nava faris û romaniyan. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir ji dayik bûye. Bajar di sala 639an de ji aliyê ereban ve tê fethkirin.

Aboriya navçeyê biguhêre

Wêranşar li parêzgeha Rihayê weke navenda pemûyê tê nasîn. Ji ber çandiyariya xwe ya pêşktî aboriya bajêr her ku diçe mezrir dibe û bûye mînakek bo hemû bajarên Kurdistanê.

Erdnîgarî biguhêre

Li rojhilatê Wêranşarê Qoser, li bakur-rojhilat Dêrik û Çiyayê Mazî, li başûr Serê Kaniyê, li Rojava Riha, li bakur-rojava Siwêreg û li bakur Çinar heye.

Bilindayiya ji rûyê avê 620 m ye. Dûrbûna wê ya ji Rihayê 92 km ye.

Wêranşar bajarekî di deştê de ye. Mirov dikare bêje ti çiya lê tune ye. Li Wêranşarê çemekî bi navê Cûrcûb heye.

Navên eşîrên li Wêranşarê biguhêre

Gundên Wêranşarê biguhêre

Ji bo gundên Wêranşarê binêre: Gundên Wêranşarê

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre