Helawa qespê
Helawa qespê yan helawa xurmeyê cure helaweke pêjgeha kurd e ku li Amedê di meha remezanê de bo fitar û paşîvê didin ser. Qesp li Kurdistanê kêm diçê, biha ye. Li herêma Mêrdînê jî tê zanîn û xwarin.
Berkelî (melzemeyê xwarinê biguhêre
Ravek biguhêre
Xurmeyan hûr bikin. Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, av û qespan berdinê, heya nermijî bû sor bikin. Nava xurmeyan vebikin, hêkan biçelpîninê û derxûnê (devanga, qalpaxa quşxaneyan) bigirin. Spîka hêkê derket, ango spîka hêkê qijilî, ji ser agir daynin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).