Misirc

(Ji Gurdilan hat beralîkirin)

Misirc (bi tirkî: Kurtalan) navçeyek ji navçeyên Sêrtê ye, li Bakurê Kurdistanê li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye, ji eşîra Pencînaran re jî wek paytext tê hesibandin. Tirkan navê Kurtalan lê daniye. Ango Qada Kurdan.

Misirc
Kurtalan
Dîmenek ji Misircê
Misirc li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Misirc
Misirc
Misirc li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Misirc
Misirc
Koordînat: 37°55′35″Bk 41°42′4″Rh / 37.92639°Bk 41.70111°Rh / 37.92639; 41.70111
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehSêrt (parêzgeh)
SerbajarMisirc
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan52 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.005 km2 (388 sq mi)
Bilindahî
700 m (2300 ft)
Nifûs
 (2008)
56.282[1]
 • Berbelavî56/km2 (150/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
28.004
Koda postayê
56500
Koda telefonê(+90) 484
Map
biguhêreBelge

Navê Kurtalan ji navê wî çiyayê ku dibêjinê "Gurdilan" hatiye girtin. Ev çiya biştî rûxandina Şoreşa 1925an, Dewleta Tirk bi temamî daye erebekî sêrtî û navê wî jî daniye "Mîrê Gurdilan" lê piştî çend salan zilamê ku Mîr bûye, nikaribûye gundên kurdan li hev rabigire, dest jê berdaye û çûye. Li ser Mîr meselokek jî di nava xelkê de heye, dibêjin: "Mîrê Gurdilan, fitilî li qaçilan."

Çiyayê Gurdilan, pir xweşîk e û xwe ji herêmê re kiriye mîna sîber û tabî. Piraniya gundên her heft bavikên eşîra Pencînaran li vî çiyayi dimînin û 15-20 gundên wan jî li deştê ne. Gundên wisa xweş, avî, bi dar û fêkî hene ku heta ketine gotinên Pêşiyan, weke: "Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştir in ji textê xwendkar" hatiye gotin. Navê "Gundilan" tê wateya cihê kurdan. Kesên ku li vê herêmê dijîn wek "Gurdilî" têne bi navkirin.

Çend ji gundên wê yên navdar biguhêre

Navdarên Bajêr biguhêre

Çavkanî biguhêre