Qirdikê sersalê biguhêre

di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, yên jîr û çeleng xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin (Qirdikê Sersalê).

Xortên gund, dêmê xortekî tenî dikirin, rîhek bi hiriyê jêre çêdikirin, kovikek dixistin serê wî de û du kevçiyên darî, wek guh bi serê wî vedikirin, cil û bergên beloq lê dikirin û ew bi zengil û xerxirkan dixemilandin û wiha dibû Qirdikê Sersalê. Vêca ew di nav ken, henek û şahiyê de, li nav sikakên gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku biçûnayê ji wan re digotin: Serê salê binê salê Xwedê lawekî bide kebaniya malê.. Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê.. An digotin: Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê