Diyarbekir (parêzgeh)

Parêzgehekê Tirkiye
(Ji Diyarbakır hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Amed binêre.

Amed (bi tirkî: Diyarbakır), parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Amed e.

Parêzgeha Amed
Diyarbakır
Koda parêzgehê: 21
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Tirkiye
Serbajar Amed
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2009) 1.515.011 kes
Rûerd 15.354 km2
Berbelavî 97,2 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 18 navçe
Hejmara bajarokan 32 bajarok
Hejmara gundan 841 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 412

Nav biguhêre

Navê xwe ji êla Bekirî (diyarê bekirî) girtiye[çavkanî hewce ye]).

Dîrok biguhêre

Herêma Amedê ji bo bereket û çandin ji gelên din ve hatine dagir kirin û di vê rûpelê de ji dagirker û dagir kirina gelên din tê behs kirin. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Amedê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Amedê tê lêvkirin warê pêxemberên cihû, xiristiyan û misilman tê bîra mirovan.

Asîmîlasyon û tirkkirin biguhêre

Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[1], Amed di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[2] Bi vî havî Amed di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Navçe biguhêre

Navçeyên Bajarê Mezin

Tevahiya gelhe herêmê 1.282.678 (1997) û 1.460.714 (2007)

Erdnîgarî biguhêre

Çiyayên herêmê biguhêre

Qerejdax (1.919 m), Pîreceman (2.010 m), Mîhrap (2.100 m), Adem (2.100 m), Lîs (2.220 m), Suplis (2.280 m), Koz (2.283 m), Qirdîlek (2.350 m), Berbihîv (2.593 m), Andok (2.830 m)

Deştên herêmê biguhêre

Gewran (Erxenî, 15.000 hektar), Qerexan (nêzî Qerejdax, 10.000 hektar), Deşta Diyarbekirê (40.000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê, 25.000 hektar), Behremkî (Bismil, 18.000 hektar) û ber û berê çemê Dîcle ve jî pir deştên biçûk hene.

Çem û behr biguhêre

Çemê Dîcleyê, çemê herî mezin ê herêmê ye. Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên siruştî tune ne. Golên bendavan wek Devegeçîdî, Qereqeya, Qurtqeya, Ortavîran Goksu, Qralqîzî û Gozegol. Dîsa li Pasûrê, Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran hene.

Dewlemendiyên bin erdê biguhêre

Hesin (asin), qirşûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan, rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikaranîn.

Babetên ajalan biguhêre

Ji bilî heywanên kedî li herêmê, sewalên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroşk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  2. ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.