Leglega spî
Leglega spî | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ciconiidae |
Cins: | Ciconia |
Cure: | C. ciconia |
Navê zanistî yê latînî | |
Ciconia ciconia (Linnaeus, 1758) | |
Belavbûna leglegan li cîhanê
Cihên ku tê de hêlînên xwe çêdikin Zivistan |
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, portugalî û fransî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Legleg an leglege[1] an hacîlegleg[2] an jî hecîlegleg[3] an jî leglega spî (Ciconia ciconia), cureyekî leglegan (Ciconiidae) e.
Şayes biguhêre
Legleg 110-115 cm dirêj e. Rawestayî nêzîkî 85 cm bilind e. Teyrekî reşbelek û stûdirêj e û pê û nikul sor in. Serçeng û serbask û serbaskveşêr û perên milan yên dirêj reş in. Yê nêr mezintir e ji ya mê. Têjik wekî yê mezin e. Tenê reşatiya çengan û perên milan şûna reşî qehwayî ye. Reşika çavî risasiyekî bi ser şînî ve ye. Çermê rûsê di navbera binê nikulî û çavî û dormandorî çavan reş e.
Reftar biguhêre
Legleg hindek balindeyên mezin û pê û stû û nikuldirêj in. Nêr û mê yek reng in. Nikulên gihaştiyan sor,ên çêlikan reş e. Dema rêveçûnê hêdî gavên xwe diavêjin. Li ser daran û avahiyên bilind û minare û dartêlan hêlînan çêdikin. Xwarina wan behra pitir masî û beq û mar û mêş û mor vekolîne.
Jîngeh biguhêre
Li cihên bilind li ser qube û minare û qevlexanî û zincan û darên hişk û dartêlan hêlînên xwe çêdike.
Hêlînkirin û pirbûn biguhêre
Hêlîna xwe her sal ji nû ve dike. Di serê sibatê û adarê de ji 3-5 hêkên spî spî dike. Têjikan gulan û xizîranê tîne derê.
Koçberî biguhêre
Legleg balindeyekî koçber e, ji nîvê meha Razberê karê barkirinê dike, xwe dike ref ref (refa wan hindek caran xwe li pênciyan jî dide eger nebore) û qesta başûrî dike (ji tebaxê heta çiriya pêşî li herêma Kurdistanê namîne qesta nişîv dike) heta bakurê rojava û başûrê Afrîkayê diçe. Hêjayî gotinê ye di van pazdeh-bîst salên dûmahiyê de bi awayekî eşkere legleg li Kurdistanê ber bi vebiryanê diçe.
Parêzî biguhêre
Li perê avan û di nav zevî û mêrg û golên avê de beq, mar, margîse, mêş û masiyên biçûk dixwe, lê gelek hez ji xwarina kuliyan jî dike.
Belavbûn biguhêre
Leglega spî li gelek herêmên li parzemînên Afrîka, Asya û Ewropayê tên dîtin.
Pêşangeh biguhêre
-
Rûyê leglega spî
-
Hêlînên leglegên spî ser malek li Spanyayê
-
Leqleqa leglegan
-
Hêk
-
Refeke mezin a leglegan
-
Leglegek biçûk kêzikek dixwe
Çavkanî biguhêre
- ^ Îsmaîl Taha Şahîn (2006).
- ^ *Zana Farqînî (2004).
- ^ *Zana Farqînî (2004).
Nîşe biguhêre
Bîblografî biguhêre
- Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve biguhêre
- Dengên leglegan
- White Stork videos, photos and sounds Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine Wêneyên Leglega spî
- Leglega spî – [1].