Balola bi nok, çopa bi nok, etora bi nok xwarineke Dîlokê ye. Berê xwarina xizanan bû, lewra li herêma Tolhildanê nok erzan bû. Lê niha xizan jî, dewlemend jî dixwin. Serhedî pirranî bêjeya çopê bikartînin.

Bi bandora asîmîlasyonê (pişavtin) niha li bakurê Kurdistanê peyva romî (tirkî) dürüm (bixwîne dîûrîûm) jî carnan tê bikaranîn. Nav û têgînên pêjgeha kurd roj bi roj winda dibin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê biguhêre

Çêkirin biguhêre

Nokan ji êvar de bikin nava avê bila nermijî bibin. Sibeyê bi avê ve bidin ser agir. Heya nok nerm bûn bikelînin, xwê bavêjinê. 5-6 deqe şûnde ji ser agirin daynin. Bişon û bidarivînin.

Pîvaz û bexdenûsê hûrbikin, li ser patîle (pîde) yan patîleyan rabixînin. Qorekê jî nokên xaşandî raxînin. Patîleyê balol bikin (balor, etor), ango bikin çop û bînin ser destexaneyê (sifre).