Zimanên hind û ewropî
Zimanên hind û ewropî, malbatek zimanî ye ku xwecihiya pirraniya ewropî, deşta Îranê, erdnîgariya Kurdistanê û parzemîna bakurê Hindistanê pê diaxivin. Hinek zimanên ewropî yên vê malbatê, îngilîzî, fransî, portekîzî, rûsî, holendî û spanî ku di serdema nûjen de bi kolonyalîzmê ve berfireh bûne û niha li çend parzemînan têne axaftin. Malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa heta Hindistanê, bi 2.5 milyar axaftinêran a herî mezin li cihanê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin ku kurdî jî endamê wê ye. Malbata Hind û Ewropî li ser çend şax, yan jî bi bin-malbatan hatiye dabeşkirin ku ji wan heşt kom hene ku zimanên wan di roja îro de jî zindî ne. Di nav zimanên zindî albanî, ermenî, balto-slavî, keltî, almanî, helenî, hind û îranî û îtalî ye. Neh beşên din ên vî zimanmalbatê niha hatine jibîrkirin.
Têgiha "hind û germanî"Biguhêre
Zimanzanên sedsala mezin ev têgih bikar dianîn, ji ber ku zimanên di vê malbata zimanan de ji hev dûrtirîn zimanê hindî yê kevn, sanskrît û germanî bûn. Zimanên keltî ewdem ne dihatin jimartin, ji ber ku rêzimanên wan xwedî hin taybetiyên cihê bûn û toxarî a bêhtir li Rojhilatê bû di sala 1890 hat dîtin.
Di warê zanistiya zimanên hind û ewropî de zimanzanên alman pêşiya giştan in. Ew navê "hind û germanî" bikartînin.
Dabeşa hind û ewropîBiguhêre
Reh û peresendîBiguhêre
Zimanên hind û ewropî di wateya zimanzanî de lêzimê hev in.
Di dawiya sedsala 18an de rojhilatnasê îngilîz William Jones wekheviyên di navbera sanskrît a zimanê Hindistanê kevn û latinî û yewnanî de dît û têgihîşt ku rehên wan yek in. Pişt re ev lêzimî di navbera farisî û keltî de jî texmîn kir.
Franz Bopp ê alman bi berhema xwe ya li ser yekrehiya sanskrît, yewnanî, latinî, farisî û almanî bingeha zanistiya hind û ewropî li Almanya danî.
Zimanê hind û ewropî yê rehane bi awayê zimanzanî hat veafirrandin. Lê ti kes nikare bibêje ku ev zimanê kalên hind û ewropiyan bû.
Welatê gelê kal û bavên hind û ewropiyan li ku der e, ew jî baş nayê zanîn. Ewropî dibêjin ew bakûra Derya Reş e. Lê dîroknasên arî, bi taybetî kurd, dibêjin ew çiyayên Zagros, ango Kurdistan e.
Zimanên hind û ewropîBiguhêre
- Zimanê toxarî: toxariya A (mirî ye), toxariya B (mirî ye)
Zimanên hind û îranîBiguhêre
Zimanên hind û arî an hindîBiguhêre
Zimanên nuristanîBiguhêre
Zimanên îranîBiguhêre
Zimanên îranî yên rojhilatîBiguhêre
Binşaxê bakur-rojhilatîBiguhêre
- beşa skîtiya rojava
- Skîtî (mirî ye)
- Osetî an îronî
- beşa xwarezmî
- Avestayî
- Xwarezmî
- beşa sogdî
- Sogdî (mirî ye)
- Yaxnobî
- beşa baktrî
- Baktrî (mirî ye)
- beşa skîtiya rojhilat
- Sakayî (mirî ye)
- Paşto
- binşaxê pamîrî
- binbeşa waxî
- Waxî
- binşaxê muncî û yidxa
- Muncî
- Yidxa
- binşaxê sangleçî û îşkaşmî
- Sangleçî
- Îşkaşmî
- binşaxê şuxnî û yazgulamî
- Şuxnî
- Yazgulamî
- binbeşa waxî
- binşaxê pamîrî
- beşa skîtiya rojava
- binşaxê başûr-rojhilat
- Paraçî
- Ormurî
Zimanên îranî yên rojavayîBiguhêre
Binşaxê bakur-rojavayîBiguhêre
Binşaxê başûr-rojavayîBiguhêre
AlbanîBiguhêre
YewnanîBiguhêre
Zimanên ÎtalîBiguhêre
- Zimanên oskî û ûmbrî: oskî (mir), ûmbrî (mir), sabellî
- Zimanên latînî û faliskî: latinî û falîskî
- Zimanên romanî
- Sardînî
- Zimanên romanî yên ewropî an bejahiyî (kontînental)
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilatî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilat-bakurî: rûmanî, îstrorûmanî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilat-başûrî: meglenorûmanî, arûmanî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojavayî:
- beşa îtalî û romanî: dalmatî, îtalî
- beşa rêtoromanî: furlanî, ladîn, romanş
- beşa galî, îberî û romanî
- galî û romanî ya bakurî: franko provenzalî, fransî
- galî û romanî ya başûrî: provenzalî
- îberî û romanî ya bakurî
- îberî û romanî ya bakur-rojavayî: ketelanî
- îberî û romanî ya bakur-navendî: spanî
- îberî û romanî ya bakur-rojavayî: galîsiyayî, portûgalî
- îberî û romanî ya başûrî: muserebî (mirî ye)
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilatî
- Zimanên romanî
Zimanên keltîBiguhêre
- Zimanên keltî yên parzemînî: gaulî an gallî (mir)
- Zimanên keltî yên giravî an yên giravên brîtanyayî:
- Zimanên goidelî: îrlendî (gaelî), gaeliya skotlendî, kornî (mir)
- Zimanên brîtanî: bretonî, walesî an kimrî, kornî (mir)
Zimanên germanîBiguhêre
Zimanên baltîBiguhêre
- Zimanên baltiyên rojavayî: prûsyayiya kevin (mir)
- Zimanên baltiyên rojhilatî: latvî an letonî, lîtvanî
Zimanên slavîBiguhêre
- Zimanên slaviyên rojhilatî
- Zimanên slaviyên rojavayî
- Zimanên slaviyên başûrî: slaviya kîlîseyî ya kevin
ÇavkanîBiguhêre
Merritt Ruhlen (1991). A Guide to the World's Languages. Vol. 1: Classification. Edward Arnold, London-Melbourne-Auckland.