Zimanên germanî

(Ji Zimanên Germanî hat beralîkirin)

Zimanên germanî yek ji şaxên malbata zimanên hind û ewropî ye. Ew bi endamên xweyê 15 zimanan nêzî 500 mîlon zimanaxivên wek zikmakî, 700 milyonan jî wek zimanê duyem nav xwe de dihewirîne. Yek ji sedema herî girînga cihêbûna wan zimanan Guhêrîna Dengan a Pêşîn (bi almanî: Erste Lautverschiebung) e.

Zimanên germanî
Berbelaviya îro ya zimanên germanî li Ewropayê:
Zimanên germanî yên bakurî      Îslendî      Feroeyî      Norwêcî      Danîmarkî      Swêdî Zimanên germanî yên rojava      Skotî (Scots)      Inglîzî      Frîzî      Holendî      Almaniya jêr      Almaniya navîn      Almaniya jor
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zimanên germanî biguhêre

Îro heşt zimanên germaniyên ku axivên xwe ser milyonekî re ne hene.

  • Îngilîzî Ew zimanê germanî ku li dinê herî belav bûyî ye. 340 milyon wek zimanê zikmekî û ser 180 milyon kes re jî wek zimanê duyem an jî sêyem diaxivin.
  • Almanî nêzî 100 milyon kes wek zimanê zikmakî, ji hêlê ser 80 milyon kes re jî wek zimanê duyêm tê axaftin.
  • Holendî (22 milyon)
  • Swêdî (9 milyon)
  • Afrikaans (6 milyon)
  • Danîmarkî (5,5 milyon)
  • Norwêcî (5 milyon) (bokmål û nynorsk)
  • Yîdîş (3 milyon)

Şitlên zimanê germaniyê rohelat-bakur û roava biguhêre

Zimanên germanî nav xwe de wek Roava, Bakur û Rohelat tên par vekirin. Îro erdnîgarî sînorê zimanên bakur û roava sînora Almanya û Danîmarka tê ditîn. Lê dîsa jî navbera wan her du şitlan de sînoreka eşkereyî tune ye û ew zimanan careke re, di cih de wernagerine zimanên şitlê din.

Zimanên di şitlê zimanên germanî yên roava de wiha ne: almanî, yîdî, luksembûrgî, pensîlwanî, holendî, afrîkaans, îngilîzî û frîzî.

Swêdî, danîmarkî, norwêcî, feroeyî û îslendî.

Zimanên vê şitlê îro bi temamî mirine û li holê rabûne. zimanê gotî yek ji zimanên vê şitlê bûn.

Parvekirina zimanên germanî yên îro biguhêre

Şaxa zimanên germanî îro xwediyê 14 zimanên ku ji hêla 500 milyon kes têne axaftin. Ewna gorî nêzikbûna xwe wiha têne parvekirin:

  • Germanî 14 ziman bi dorî 490 milyon axivên xwe
    • Germaniya rojava
      • Almanî-holendî
        • Almanî
          • Almanî (100 milyon zikmakî; 180 milyon duyem)
          • Yîdîş (3 milyon)
          • Luksembûrgî (300.000)
          • Pensîlwanî (100.000)
          • Plautdietsch (Almaniya deşt) (500.000)
        • Holendî
          • Holendî (22 milyon) (V holendî, flamî)
          • Afrikaans (6 milyon zikmakî; 10 milyon zimanê duyem)
      • Anglo-frîzî
        • Frîzî (720.000)
        • Înglîzî (340 milyon; 510 milyon zimanê duyem)
    • Germaniya bakur
      • Skandînavî
        • Danîmarkî (5,5 milyon)
        • Swêdî (9 milyon)
        • Norwêcî (5 milyon) (bokmål û nynorsk)
      • Îslendî-feroeyî
        • Îslendî (250.000)
        • Feroeyî (65.000)
    • Germaniya rojhilat (mirine)

Girêdanên Derve biguhêre