Ji bo maneyên din li Gîlekî binêre.

Zimanê gîlekî (bi farisî: گیلکی، گیلی‎, lat. gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.

Gîlekî
گیلکی Giləki
Welatên lê tê axaftin  Îran
Herêm Gîlan
Axiverên zimanê zikmakî 2-4 milyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên erebî
Kodên zimanî
ISO 639-3 glk

Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, Gîlekiya rojhilat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê rojava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.

Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farisî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farisî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.

  • Nola ku di gîlekiya rojava de mêhin zakan (zarokê mêhîn) (farisî, beçayî mêhîn); gîlekiyê rojhilat de xirsî kutî (çêla hirç) (farisî, beçî xers).
  • Mînakî bo rêngdaran: gilekiya roava pîlla-yî zakan (zarokê mezin), sûrx gul (gola sor); gîlekiya rojava: sard aw (ava sar) (farisî, abî sard ), kul çaqû (kêra tûj) (farisî, çaqû-yî tîz).

Berhevdana gîlekî û kurdî biguhêre

Gîlekî Kurmancî Kirmanckî/Zazakî
zay/zak zarok doman, qîj
ĵor jor cor
kîĵa/kilka keç, kîj kêna,çêna
daar dar dar
bûşû biçe (here), biço so, şo
purd pir, pird pird
zama zava, zama zama
çê gûdin çêkirin pêrotene, viraştene
xûr ewr, hewr
kîlîk (gîlekiya kevnar) kûleke
rîka role (xortê/a biçûk) xortî, gencî
jeqele çikole
rûja (stêrk) roj roz/roc, tîj
dîm demûçew, devûçev, dirûv rêçe

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre