Zeydanî
Gundekî Çirmika Meletiyê
Zeydanî, Zêdanî, Kaloyan ( bi tirkî: Oluklu) gundekî bi ser Çirmika Meletiyê ve ye û li Bakurê Kurdistanê ye.
Gund berê wekî Kurdo, Heydoyan jî hatiye binavkirin. 40 km li rojavayê Çirmikê dikeve. Bingeha gund ji alî eşîra Zêdanî ve hatiye avêtin. Lewra jî pirranî bi heman navî tê binavkirin. Di sala 1977'î de bo cara dawî navên wê yên kurdî tên qedexekirin û navê tirkî lêdikin. Gund niha bûne du par, Zêdaniya Jêr û ya Jor. Aborî li ser bax-rezan û xwedîkirina ajalan e. Bandora pişavtina kurdî gelek e. Li gund ristina xalîçeyan û karê mozhinguviyê jî tê kirin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |