Yehowa

Yahowa
(Ji Yahowa hat beralîkirin)

YHWH an jî Yehowa di Peymana Kevin û giştî Pirtûka Pîroz de YHWH navê Xwedê yê yekta ye[çavkanî hewce ye]. Bi îbranî weha tê nivîsandin: “יהוה”

YHWH “יהוה”

Li gor Peymana Kevin, YHWH navê Xwedê yê taybetî ye û Xwedê bi xwe ev nav li xwe kiriye.

Tirsa Xwedê nahêle ku Cihû navê YHWH lêv bikin, loma em qenc nizanin ew çawa tê gotin. Li gor hin wergeran, dengê vî peyvî "Yahwe" ye; ji dêla vî navî Cihû her gav dibêjin "Adonay", yanî "Xudan". Ji dêla YHWH de di gelek wergerên Pirtûka Pîroz "XUDAN" (bi herfên mezin) tê nivîsandin, da ku mirov bi vê yekê bizane.

YHWH afirandar e û ew bi heq serwerê gerdûnê ye. Wate û maneya van çar herfan ev e: “Ew dibe sedema bûyînê.” Ev nav di Pirtûka Pîroz, di nivîsarên resen û orîjînal de nêzîkî 7.000 caran hatiye nivîsandin û vê gotinê bi zelalî eşkere dike. Bo mînak di kitêba Îşaya, beşa 42 ayeta 8 de wusa dibêje: “Ez XUDAN [YHWH] im, navê min ew e û ezê rûmeta xwe nedim yekî din û pesnê xwe nedim pûtên qewartî.”[çavkanî hewce ye]

Mînakek din jî ev e: “Û dîsa Xwedê ji Mûsa re got: Tuyê ji lawê Îsraêl re wusa bibêjî: XUDAN [YHWH] yê ku Xwedayê bapîrên we, Xwedayê Brahîm, Xwedayê Îshaq, Xwedayê Aqûb e, min ji we re şandiye; her û her navê min ev e.” (Derketin beşa 3 ayeta 15an)

Çavkanî biguhêre