Wezareta karên derveyî ya Tirkiyeyê

(Ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê hat beralîkirin)

Wezareta karên derveyî ya Tirkiyeyê yek ji wezaretên dewleta Tirkiyeyê ye. Têkiliyên derve yên Tirkiyeyê birêve dibe. Bingeha navendî ya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li Enqereyê ye. Li 107 dewletan bi giştî 185 nûnertiyên vê wezaretê hene. Hejmara karmendên wezareta derve ya Tirkiyeyê 2680 e. 40% ji wan li Enqereyê dixebitin, 60% jî ji wan li derveyî welat dixebitin. Budceya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi dûçûna daneyên sala 2008ê 3,2% ji budceya giştî ye[1].

Wezareta karên derveyî ya Tirkiyeyê


Destpêk biguhêre

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, gelek polîtîka û bûrokrat ji dewleta Împeratoriya Osmanî wek mîras hilgirt. Heta ku Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Tirkiye hate avakirin, hemû dîplomasiya tirkan bi rêya Hikûmeta Stembolê dihat meşandin ku bi padîşahê Osmaniyan ve girêdayî bû. 24ê nîsana 1920ê ji aliyê Mustafa Kemal Atatürk û hevalên wî ve, Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê hate damezrandin. Navenda vê meclîsê li bajarê Enqereyê bû. Ji ber vê sedemê carna ji vê meclîsê re dibêjin Hikûmeta Enqereyê. Hikûmeta Enqereyê heta îlankirina Komara Tirkiyeyê hemû kar û xebatên tirkan kirin li dijî Hikûmeta Stembolê. Di vê prosesê de li Stembolê jî li Enqereyê jî hikûmetên cuda cuda hebûn.

Endambûna rêxistinên navdewletî biguhêre

Wezîrên Hikûmeta Enqereyê biguhêre

  1. Bekir Sami Bey (3 gulan 1920-12 gulan 1921)
  2. Yusuf Kemal Bey (16 gulan 1921-26 çiriya pêşîn 1922)
  3. İsmet İnönü (26 çiriya pêşîn 1922-22 çiriya paşîn 1924)

Wezîrên Komara Tirkiyeyê biguhêre

  1. İsmet İnönü (26 çiriya pêşîn 1922-22 çiriya paşîn 1924)
  2. Şükrü Kaya (22 çiriya paşîn 1924-3 adar 1925)
  3. Tevfik Rüştü Aras(4 adar 1925-11 çiriya paşîn 1938)
  4. Mehmet Şükrü Saraçoğlu(11 çiriya paşîn 1938-13 tebax 1942)
  5. Numan R. Menemencioğlu(13 tebax 1942-26 hezîran 1944)
  6. Hasan Saka(13 îlon 1944-10 îlon 1947)
  7. Necmettin Sadak(10 îlon 1947-22 gulan 1950)
  8. Fuat Köprülü (22 gulan 1950-20 xizîran 1956)
  9. Fatih Rüştü Zorlu(20 hezîran 1956-27 gulan 1960)
  10. Selim Rauf Serper(28 gulan 1960-16 reşemeh 1962)
  11. Feridun Cemal Erkin(1 nîsan 1962-20 reşemeh 1965)
  12. Hasan Esat Işık(23 reşemeh 1965-22 çiriya pêşîn 1965)
  13. İhsan Sabri Çağlayangil(27 çiriya pêşîn 1965-12 adar 1971)
  14. Osman Olcay(26 adar 1971-11 kanûna pêşîn 1971)
  15. Ümit Haluk Bayülken (11 kanûna pêşîn 1971-26 kanûna paşîn 1974)
  16. Turan Güneş(26 kanûna paşîn 1974-17 çiriya paşîn 1974)
  17. Melih Esenbel(17 çiriya paşîn 1974-31 adar 1975)
  18. İhsan Sabri Çağlayangil(31 adar 1975-21 hezîran 1977)
  19. Gündüz Ökçün (21 hezîran 1977- 21 tîrmeh 1977)
  20. İhsan Sabri Çağlayangil(21 tîrmeh 1977-5 kanûna paşîn 1978)
  21. Gündüz Ökçün (5 kanûna paşîn 1978-12 çiriya paşîn 1979)
  22. Hayrettin Erkmen (12 çiriya paşîn 1979-5 îlon 1980)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Türk Dış Politikası,Kurtuluş Savaşından Bugüne Olgular, Belgeler, Yorumlar, Cilt:1- Baskın Oran, r:55