Weşanên Pêrî

(Ji Weşanxaneya Periyê hat beralîkirin)

Weşanên Pêrî weşanxaneyeke kurdî û pirtûkên li ser kurdan diweşîne.

Weşanên Pêrî, berdewamiya Weşanên Med, Zêl û Nûjen e û di sala 1997an de hatiye damezrandin. Heya niha nêzikî 300 kitêbî çap kirîye û ji wan kîtêban teqrîben 100 lib kurdî ne. Ji bo ku di her salekî de 20-25 kitêban çap bike xwedî bername ye. Di qada azadiya ramanê de her çiqas dad (27 doz) û tadayî ditîbe jî, bê sinor li ba azadiya ramanê xwedî helwêst e.

Berpirsiyarê Giştî yê Pêriyê Ahmed Onal e. Ahmed Onal heta niha ji ber berhemên ku cap kirine, hatiye dadgehkirin û gelek caran cezayê girtin û peran lê hatiye birîn. Weşanxane xebatên xwe ji Stenbolê birêvedibe.

Mijara Xabetên Pêriyê biguhêre

Di derheqa wan nasnameyên ku ji aliyê sîstemê ve nayên nasîn û pejoral têne dîtîn weke kurd, ermenî, elewî, jin û hwd. de kitêbên li ser tarîx, lêkolîn, folklor, edebiyat, çand, siyaset û curbecur mijaran de weşangeriyê dike.

Wesanxaneya navborî navê xwe ji Çemê Pêriyê ku dikeve nava sînorê Çewlîgê (Bîngolê) wergirtiye.

Girêdanên Derve biguhêre