Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/28ê sibatê

Bûyer

Olof Palme

  • 1917 – Di encama têkoşîna şoreşê de ku bi grevan dest pê kir û gihişt heta serhildanan, hikûmeta Rûsyayê ya Çar hate hilweşandin. Rêveberiya Sovyetê û Komîteya Dumayê li hev hatin û hikûmeta demkî ava kirin.
  • 1922 – Hikûmeta Brîtanyayê parêzvaniya xwe ya li ser Misirê rakir.
  • 1947 – Li Taywanê di encama serhildana gel de bêhtirî 30.000 sivîlî jiyana xwe ji dest da.
  • 1975 – Li Londonê di encama qezaya metroyê de 43 kesan jiyana xwe ji dest da.
  • 1986 – Serokwezîrê swêdî Olof Palme ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin. Palme ji bo aştiyê xebitîbû.
  • 1997 – Li bajarê Erdebîl a Îranê erdhejeke bi mezinahiya 6,1 a li gorî pîvanên Richterê qewimî. Di encamê de 3000 kesan jiyana xwe ji dest da.
  • 2002 – Li bajarê Hindistanê Ahmedabadê, alîgirên hindûîzmê malên misilmanan dane ber agir. Di encamê de 55 kes mirin.

Jidayîkbûn

Mirin