Wêne:Thyroid hormone synthesis ku.svg

Dosyeya orjînal(Daneya SVG, mezinbûna rast: 826 × 517 pixel; mezinbûna daneyê: 1,09 MB)


Danasîn

Danasîn

Berhembûna Hormonên Tîrodê

Proteîna Tîroglobulîn di retîkûlûma endoplazmî ya girûzî de tê berhemkirin. Kîsikên tîroglobulînê xwe bi heybera Golgî ve dizeliqînîn û tîroglobulîn dikeve nav Golgîyê. Di nav heybera Golgiyê de hin guhertin li tîroglobulînê pêk tê. Tîroglobulîn nav kisikê de ji Golgi derdikeve, bi egzosîtozê ji parzûna xaneyê derbasî derve dibe. Bi vî awayê tîroglobulîn dikeve nav valahiya kîsikê tîroîdê.Di heman demê de îyonên Sodyum û Îyot bi rêya pompeyên sîmportê bi veguhastina çalak ji xwînê derbasî nav xaneyê dibin. Li ser parzûna xaneyê, pendrîn(proteîna hilgir) îyonên Îyotê ji nav xaneyê bi veguhastina pasîf derbasî nav valahiya kîsikê tîroîdê dike. Di nav şilemeniya kîsikê tîroîdê de îyonên Îyodê bi navbeynkariya enzîma tîroîd peroksîdazê tên oksîdekirin. Bi vî awayê ji Îyota I-,Îyota I0 çê dibe .Îyota I0 molekulek gelek reaktîf e.(molekulek zû tevlê reaksiyonên kîmyayî dibe). Îyoda I0 li ser asîda amînî ya tîrosînê yên proteîna tîroglobulînê bandor dike û bi proteîna tîroglobulînê ve xwe girê dide. Bi qonaxa pêkvegirêdanê, di navbera rêza talî(koma guhêrbar)yên tîrosînan de girêdan çê dibe. Bi tevlîbûna îyotê, molekula nû bi endosîtozê carek din dikeve nav xaneyê. Di nav xaneyê de bi navbeynkariya enzîmên hilweşîner ên proteîn(proteolîz) proteîn perçe dibe û hormonên tîroksîn(T4) û trîîodotîronîn(T3) ji perçeyan difilitin. Ev herdu hormon bi navbeynkariya proteîna hilgir (MCT,monocarboxylate transporter)ji xaneyê derbasî nav xwînê dibin.
Dîrok 07.01.2018
Çavkanî Thyroid hormone synthesis.svg
Xwedî Mikael Häggström
Guhartoyên din


Vector (.svg) version in English.


Lîsans

I, the copyright holder of this work, hereby publish it under the following license:
Creative Commons CC-Zero This file is made available under the Creative Commons CC0 1.0 Universal Public Domain Dedication.
The person who associated a work with this deed has dedicated the work to the public domain by waiving all of their rights to the work worldwide under copyright law, including all related and neighboring rights, to the extent allowed by law. You can copy, modify, distribute and perform the work, even for commercial purposes, all without asking permission.

Captions

Add a one-line explanation of what this file represents

Items portrayed in this file

motîv Kurdish (Latin script) (transliterated)

some value

kurteya navê nivîskarî Kurdish (Latin script) (transliterated): Mikael Häggström

some value

kurteya navê nivîskarî Kurdish (Latin script) (transliterated): Mikael Häggström

destûr Kurdish (Latin script) (transliterated)

Dîroka daneyê

Ji bo dîtina guhartoya wê demê bişkoka dîrokê bitikîne.

Dîrok/KatjimêrWêneyê biçûkMezinahîBikarhênerŞirove
niha16:20, 7 kanûna paşîn 2018Versiyona biçûkkirî yê 16:20, 7 kanûna paşîn 2018826 x 517 (1,09 MB)Biyolojiyabikurdi{{Information |Description= |Source= |Date= |Author= |Permission= |other_versions= }}
16:07, 7 kanûna paşîn 2018Versiyona biçûkkirî yê 16:07, 7 kanûna paşîn 2018826 x 517 (1,09 MB)Biyolojiyabikurdi{{Information |Description= Berhembûna Hormonên Tîrodç ===Explanation=== Proteîna Tîroglobulîn di retîkûlûma endoplazmî ya girûzî de tê berhemkirin. Kîsikên tîroglobulînê xwe bi heybera Golgî ve dizeliqînîn û tîroglobulîn dikev...

Ev rûpelên li jêr vê dosyeyê bi kar tînin:

Daneyên meta